Meşa Dirêj di roja 5’emîn de li Nantesê berdewam kir

  • 20:29 26 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li paytexta Parîs a Fransayê dest pê kir, li Nantesê pêk hat.
 
Meşa 25 rojan a li Fransayê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Nantes ê Fransayê didome, di roja 5’emîn de jî berdewam kir. Meş li gorî saeta herêmî saet 13:00’an li qada bazirganiyê (Place du Commerce’yê) destpê kir.
 
Çalakvanan di meşê de li der dorê û li esnafan belavok belav kirin. Çalakvanan çûn serdana esnaf û saziyên Fransayê jî û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêşkêş kirin. Der barê armanca çalakiyê de jî bi hoparloran agahî hatin dayîn. Tê plankirin ku danê êvarê li Navenda Civakî ya Nantesê civîneke gel a bi tevlîbûna berfireh were lidarxistin.
 
Di 25’ê Çileyê roja çaremîn a meşê de komeke nijadperest a Tirk ku ji 4 kesan pêk tê, li bajarê Vannesê provokasyonek pêk anî. Lê bi saya aramiya çalakvanan êrîşkar ji herêmê hatin derxistin.
 
Qonaxa Meşa Dirêj a ku wê 25 rojan bidome, fînala wê di 17'ê Sibatê de li bajarê Koln ê Almanyayê bê lidarxistin, meş wê sibê li bajarê Rennes ê Fransayê berdewam bike. Li Rennesê jî wê bi beşdariya siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle civîneke gel bê lidarxistin.