Nobeda Edaletê: Hata çareseriyê dê çalakî bidome

  • 16:24 26 Çile 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Besna Gunay a ku di Nobeda Edaletê de axivî got, "Heta ku çareserî pêk neyê û zilma li ser Serok û zarokên me bi dawî nebe em ê çalakiya xwe bidomînin."
 
Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan û Daiyên Aştiyê ve bi daxwaza ji Rêeberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdîn bi serdanan dewam dike. Kesên ku çûn serdanê bi çalakvanan re stran gotin. 
 
Dayika Aştiyê Latîfe Akyuz a ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ew ji bo Abdullah Ocalan û girtiyan di çalakiyê de ne û got ku ew dixwazin tecrîd bê bidawîkirin û Abdullah Ocalan bê berdan.  
 
Ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay jî got ku wan bi barmanca zilma li ser gelê Kurd bi dawî bibe dest bi çalakiya nobedê kirin û got, "Heta ku çareserî pêk bê, tecrîd bê bidawîkirin û zilam li ser zarokên me biqede em ê têkoşîna xwe bidomînin." Besnayê bang li hemû dayikan kir ku tevli Nobeda Edaletê bibin û got, "Divê herkes destên xwe deyne ser wicdanê xwe û piştgiriyê bide vê çalakiyê." 
 
Çalkiyê bi stranan dewam kir.