Ji ber dorpêça Şamê derman nikare bê peydakirin

  • 09:11 26 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aloziya peydakirina dermanan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin, didome.
 
Ji 6 salan ve hikumeta Şamê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dorpêç kiriye, di çend salên dawîn de jî gihaşte lûtkeyê. Hikumeta Şamê nahêle sotemenî, xwarin û derman derbasî taxê bibe.
 
Li gorî rayedarên Yekitiya Dermanfiroşan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ku ji ber gefên saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê navên xwe aşkera nekirin, saziyên ewlehiyê nahêlin derman bikeve taxê û heke bihêlin jî li beramberê miqdarên mezin ên pereyan dibin.
 
Li her du taxan 61 dermanxane hene ku derman ji 200 hezar kesî re peyda dikin. Li gorî Yekitiya Dermanfiroşan, pêwîstiya her du taxan mehane bi derdora 3 milyar lîreyên Sûriyeyê ji bo dermanan heye.
 
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê, dihêlin miqdareke pir kêm a dermanan derbasî her du taxan bibe, lê belê bac bi qasî ji sedî 10 ji qîmeta fatûreya dermanan lê dibire.
 
Hema bêje li piraniya dermanxaneyên li her du taxan, dermanên pêwîst ji bo şekir (diyabet), tansiyon û kanserê tune ne. Ger hebin jî biha ne, ji ber ku heta derbasî her du taxan dibin, bacên mezin lê tên birîn.
 
Buhayên dermanên nexweşiyên pençeşêrê ji milyonekî heta 20 milyonan e. Ev buha ne li gorî, hêza kirînê yê piraniya niştecihên her du taxan e nemaze ku gelek ji wan ji kantona Efrînê koçber bûne û ji taxên derdorê Helebê hatine.