Karê wan ê ewil şandina qeyûman e

  • 09:03 26 Çile 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Sabuha Akdag DEM Partiyî, balkişand ser êrişên ku desthilatdarî bi destê qeyûman li bajarên Kurdistanê pêk tîne û da zanîn ku wê hilbijartinan de qeyûman bişinin. 
 
Di navbrea 2016-2019’an de desthilatdariya AKP’ê qeyûm tayînê bajarên kurdan kirin û bi vê re texrîbatên mezin derketin holê.  Bi taybet saziyên jin, çand û saziyên xizmetê ji civakê re dikin hatin girtin û bi destê qeyûman polîtîkayên asîmîlaysonê li Kurdistanê hatin meşandin. 
 
Endama Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabuha Akdag der barê rola qeyûm a di asîmîlasyonê de axivî.
 
‘Gel hat asîmîlekirin’
 
Sabuhayê daxuyakirin ku ji 2016’an heta niha ji bo hemû şaredariyê bi dengên gel hatine bidestxistin qeyûm hatine tayînkirin û wiha got: “Texrîbatên qeyûman li navend û navçeyan pir zêde bû. Bi taybet li Kurdistanê tabelayên kurdî hatin danîn û hewl dan astengiyan bînin pêşberî hemû komeleyên çandî. Qeyûm bi nelêrêtî û texrîbatan asîmîlasyonek cidî pêk anîn. Şaredariyên qeyûm heta niha ji bo gel tu xizmet nekirine. Tenê tiştên xapînok kirine. Ji bo xebatên ne hewce pere hat xerckirin. Ji bo fêdeya gel tu tiştek nekirin.”
 
Li Şirnexê texrîbata qeyûm
 
Sabuhayê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Li Şirnexê li navçeya me şaredariyên qeyûm derbarê gel de tu xizmet nekirin. Xizmetên wan asîmîlasyon bû. Xebatên rê û der barê hawirdorê de tu tiştek neha tkirin. Qeyûman pereyê şaredariyê pêşkêşî alîgiran kirin. Li Cizîrê dest danîn ser avahiyên kevn yên kurd. Ew cihên dîrokî texrîb kirin. Polîtîka şerê taybet xistin dewrê. Bi van polîtîkayan hişbir, fuhuş li ciwanan ferzkirin.”
 
Nav guhertin
 
Sabuhayê destnîşan kir ku qeyûm li gelek bajaran navê gund û taxan yên kurdî bi tirkî guhertine û li Şirnexê jî ev pêkanîn meşandine. Sabuhayê bi lêv kir ku armanca wan bi vê yekê eve ku Gelê Kurd ji ziman û rastiya wan qût bikin. 
 
‘Êrişê destkeftiyên jinan kirin’
 
Sabuhayê wiha berdewam kir: “Em li dijî binpêkirinên asîmîlasyonê yên qeyûm serî natewînin. Li cihê ez dijîm xebatên asîmîlasyonê tu carê nehatin cih. Gel xwedî li çand û zimanê xwe derdikeve. Li herêmên din jî wisa ye. Gelê me di vê mijarê de hestiyare. Qeyûm di qada jinan de texrîbatek mezin kir. Bi destê qeyûm saziyên jinan hatin girtin. Ji bo em van saziyan ji nûve bikin xizmeta jinan û gelê xwe em ê xebatan bimeşînin.”
 
‘Li dijî texrîbatan têkoşîna me wê bidome’
 
Sabuhayê wiha dawî lê anî: “Em di mijara ku qeyûman bişînin de bi îdiane. Em ê 31’ê Adarê de qeyûman bişînin. Piştî qeyûman xebatên me yên ewil wê ji bo çand û zimanê kurd be. Bêguman li qadên din jî wê xebatên me bidomin. Em ê tabelayên kurdî ji nûve daliqînin. Piştî şaredarî bên girtin wê têkoşîna bi qeyûman re dest pê bike.”