Li Edene û Mêrsînê Nobet 53 roj in didome

  • 16:03 25 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrsîn û Edenê di roja 53'yan de berdewam kir. Di çalakiya hat diyar kirin ku dê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 34 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin.
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. 
 
Mêrsîn 
 
Di çarçoveya pêngavê de li Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku li avahiya komeleyê didome ket roja xwe ya 53'yan. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nevroz Uysal, namzetên hevşaredariyê ya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê serdana nobetê kirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Eren axivî û got: "2 meh in çalakiya wan didome. Heta tecrîd têk neçe dê çalakiya xwe bidomînin. Heke hevdîtin bi rêberê me re pêk bê dê aştî û aramî bê vî xelatî û şer dê bi tevahî raweste." 
 
Parlamenter Nevroz Uysal jî bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê û da zanîn ku çawa nêzî tecrîda li Îmraliyê dibin wisa jî nêzî çareseriya pirsgirêka kurd dibin. Nevroz, bi zelalî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan tê kirin.
 
Piştî çalakiyê çalakvan û kesên ku hatin serdana nobedê bi tevahî berê xwe dan salona dawetê ya Şah a ku dê panela "Azadî û jin" pêk bê. 
 
Edene
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve çalakiya Nobeta Edalatê hat destpêkirin. Çalakî 53 roj in li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seyhanê berdewam dike. Çalakvan îro beşdarî panela "Azadî û jin" a ku li Mêrsînê tê lidarxistin bûn.