Bi dirûşma 'Parêznameyên min li ku derê bin, ez li wir im' roja xwendina pirtûkan

  • 15:41 25 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê bi dirûşma "Parêznameyên min li ku derê bin, ez li wir im" pêngava xwendina pirtûk û parêznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi nîqaşan didome.
 
Di 21’ê Çileyê de bi dirûşma "Parêznameyên min li ku derê bin, ez li wir im" pêngava xwendina pirtûk û parêznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Îro li gundê Bîrcarî yê herêma sînorî ya Şengalê civîn hat lidarxistin û parêznameya şaristaniya demokratîk hat xwendin û nîqaşkirin. 
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû cangoriyan ji aliyê endama Meclisa Jinên Ereb, Rêveberên Meclisa Gel a herêma Ereban hat birêvebirin. Di civînê de parêznameya şaristaniya demokratîk ji aliyê endama rêveberiya meclisa jinên Ereb Fatma Fêsel ve hat xwendin û piştre nîqaş li ser hatin meşandin.