Li Enqereyê Grev: Tecrîda lî Îmralîyê bi dawî bikin

  • 13:53 25 Çile 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Di çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Enqereyê di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de peyama “Tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan rakin, Giravê vekin” hat dayîn. hat dayîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdara 2023’an de li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 35 meh in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û agahî jê nayê girtin û çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kir, 2 meh li pey xwe hişt. Herwiha Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) ya Enqereyê jî îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
 
Gireva ku li avahiya bajêr destpê kir, Dayikên Aştiyê, hevkarên DEM Prtiyê, rêxistinên bajar û navçeyan û Devrîmcî Partî piştgirî danê, îro parlamenterên DEM Partiyê, endamên MYK'ê û sazî tevli bûn. Di grea ku wê heta sibeha sêşemê bidome de pankarta, " Çareserî li Îmraliyê ye hat daliqandin."
 
'Em ê dest ji vê bernedin'
 
Serokê Rêxistina DEM’ê ya bajarê Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku ew piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq û çareseriya aştiyane û got, “Ev piştgiriya ku em pêşkêş dikin wê bi çalakî û pêvajoyên cuda bidome. Bi vê wesîleyê em diyar dikin ku em ê dev ji vê pêvajoyê bernedin. Em kesên desthilatdar vedixwînin pêvajoya diyalog û muzakereyê. Rêya ku hûn dişopînin ne rê ye, welat vediguhere gola xwînê. Em dixwazin tecrîda mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi dawî bibe û gravê vekin."
 
'Îsrara aştiyê ji dîroka dayikên Kurd tê'
 
Parlamenterê Îdirê yê DEM’ê Yilmaz Hun jî diyar kir ku divê dengê ku ji girtîgehan tê bê guhdarkirin û got, “Berxwedana îro li girtîgehan tê meşandin berxwedaneke mezin e. Rêya diyalog û çareseriyê vekin û tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Ev daxwazek qanûnî ye. Em nobeda dayikên xwe silav dikin. Dayikên Kurd her tim berxwedan pêş xistine û mezin kirine. Ger pîrozbûnek hebe ew jî ji bo dayikên kurd e. Ji ber ku çawa zarokên wan ên ciwan ên di 20, 25 saliya xwe de aştî xwestin, ew jî vê daxwazê ??dişopînin û pêşengiya vê berxwedanê dikin. Ev israra aştiyê ji dîroka dayikên Kurd, gelê Kurd û dostên wan tê. Pêwîste ev deng bê bilindkirin, dengê ku ji zindanan tê yê 'bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe' were guhdarîkirin."
 
Tecrîda di nava tecrîdê de
 
Piştre Parlamenterê Agirîyê DEM’ê Heval Bozdag mafê axaftinê girt û got, “Li vî welatî pirsgirêka Kurd heye û bi milyonan daxwaza aştiyê dikin. Pêşengên civakê ji bo afirandina raya giştî ya demokratîk hatin cem hev. Ev grevên ku li girtîgehan dest pê kirin, rastî kiryarên derqanûnî hatin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û rêya muzakereyê bê vekirin. Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê. Daxwazên rêhevalên li hemberî van kiryarên dijhiqûqî nayên cih, vîtamînên pêwîst nayên dayîn û heta tecrîd tê meşandin. Tecrîda di nava tecrîdê de tê pêkanîn. Ji bo bilindkirina vê pêvajoyê û bilindkirina dengê aştiyê em ê hemû têkiliyên xwe pêk bînin.”
 
'Divê mase ji nû ve bê danîn'
 
Endama Meclîsa Partiyê ya DEM’ê Pakîze Sînemîllîoglû jî got, “Bêyî ku Dayika Taybet bê jibîrkirin, bêyî ku  cenazeyê Cemîle Çagirga yê ji aliyê dayika wê ve di sarincê de hatiye hiştin, divê di zûtirîn dem de aştî were vî welatî û Rojhilata Navîn. Ji bo vê jî divê rêya muzakereya bi Birêz Abdullah Ocalan re bê vekirin û maseya ku hat hilweşandin ji nû ve bê danîn."
 
Greva birçîbûnê ya li avahiya bajêr didome.