Rapora Konseya Ewropayê: Li Tirkiyeyê îşkence zêde bû

  • 13:35 25 Çile 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MPKE, bi raporekê ragihand ku li Tirkiyeyê di binê çavan de û li girtîgehan îşkence û kiryarên xerab zêde bûne û wiha hat gotin: "Şert û mercên girtinê (tecrîd) ên Abdullah Ocalan ên li girtîgeha bi ewlekariya bilind a li Îmraliyê, salên dawî bûye cihê fikaran."
 
Rapora ku li civata giştî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) li Strasboûrgê hate qebûlkirin, ji 67 parlamenteran bi erêkirina 66 parlamenteran fermî bû. Li gorî raporê, li Tirkiye, Rûsya û Azerbaycanê êşkenceya bi rêk û pêk û kiryarên xerab hatine tespîtkirin.
 
Di raporê de hate ragihandin ku li gel peyama 'Ji êşkenceyê re sifir tolerans' a rayedarên Tirk, di salên dawî de îşkence û kiryarên xerab zêde bûne. Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku pêşketina li vê qadê ya li Tirkiyeyê 'di asta duyemîn de' hatiye hiştin.
 
Parlamenterê Sosyal Demokrat ê Qibrisî Constantînos Efstathîoû ku ji bo amadekirina raporê karekî berfireh kir, têkildarî êşkence û kiryarên xerab ên hêzên ewlekariyê yên li Tirkiyeyê di dema binçavkirin, lêpirsîn û belavkirina xwepêşandanan kirin, işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir.
 
Di raporê de dozên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş hatin bibîrxistin û ji Konseya Ewropayê hate xwestin, ku li hemberî rîska kiryarên xerab, dosyayan ji nêz ve bişopîne. Di raporê de hate gotin, "Şert û mercên girtinê (tecrîd) ên Abdullah Ocalan ên li girtîgeha bi ewlekariya bilind a li Îmraliyê, salên dawî bûye cihê fikaran."
 
Di raporê de her wiha raporên Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ên li ser Tirkiyeyê hatin bibîrxistin û hate gotin, îdîayên li ser kiryarên xerab û êşkenceyê yên li Tirkiyeyê ji sala 2017'an û vir ve zêde bûne. Her wiha hate ragihandin ku CPT raporên xwe yên têkildarî serdanên li Tirkiyeyê hîn neweşandiye.
 
Di raporê de bang li welatên endamê Konseya Ewropayê hate kirin ku li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê tedbîrên berfireh werbigirin. Guhertina qanûnî ya ku êşkence û kiryarên xerab weke sûc dibîne, hesabpirsîna ji berpirsyaran, lêpirsînên bi bandor, parastina xwediyê giliyê û weşandina raporên CPT bêyî destûra dewletê çend ji tedbîrên hatine pêşniyarkirin e. Xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê êşkenceyê qedexe dike û li gorî daneyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye di mijara binpêkirina vê mijarê de tevî Rûsya, Ûkrayna û Romanyayê di rêzên destpêkê de ye.