Ji Nobeta Edaletê rojek…

  • 09:02 25 Çile 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Dayika aştiyê Sultan Acibuca rojeke çalakiya Nobeta Edaletê vegot û wiha got: “Min çavê xwe bi vê dozê vekiriye. Ez ê bi vê dozê jî bigirim. Em hemû dayik in. Her sibeh em bi coş û moralekî mezin tên vir. Divê em dest bidin hev û vê nobetê bigihînin azadî û serkeftinê.”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê ji 27’ê mijdara 2023’yan heta niha ji 100’î zêdetir li girtîgehê bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ grevên birçîbûnê didomin û li aliyê din jî xizmên girtiyan bi heman dirûşmeyê Nobetên Edaletê dan detpêkirin. Li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr û Mêrdînê Nobeta Edaletê hat destpêkirin. Di serî de xizmên girtiyan û dayikên Aştiyê hemû civak xwedî li nobetê derdikevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwazên xwe tînin ziman.
 
Yek ji çalakgerên Nobeta Adaletê Sultan Acibuca (74), jiyana têkoşîna xwe û rojeke Nobeta Edaletê vegot.
 
32 sal berê ket greva birçîbûnê
 
Sultan 25 sal in endama çalak a têkoşînê ye û diyar dike ku piştî temenê 30 salî şûnde xwe nas kiriye. Sultanê daxuyakirin ku dewlet wisa nas kiriye û wiha dirêjî dayê: “Bi salan e çalakî li ku hebin ez jî li wir bûm. Li ku derê grev hebûn ez jî li wir bûm. Ez di 92’yan de yekem car li Mêrdînê tevli greva birçîbûnê bûm. Keça min wê demê salek û nîv bû. Min keça xwe da cîranan û sê rojan tevli greva birçîbûnê bûm. Em 40 kes ketin greva birçîbûnê. Em li salonekê ketin grevê lê dora salonê tije polîs bûn. Yên ji salonê derketibana binçav dikirin. Destûr nedidan em çalakiyê pêk bînin. Me jî deriyê salona xwe girtibû. Me nikaribû tu hewcedariya xwe peyda bikira. Dema êrîş dikirin me jî bi kursiyan parastina cewheherî dikir. Heyet ji Enqereyê hat û di encam muzakereyan de grev serbest bû.”
 
‘Em te ji xwe re, keça te jî ji fermandar re dibin’
 
Sultanê diyar kir ku di 1992’yan de bi ser mala wê de hatiye girtin û wiha anî ziman: “Hevjînê min birin. Ewil li malê îşkence lê kirin, birin baxçe dîsa îşkence lê kirin. Piştre birin. Mala me serobino kirin. Heta dermanan her tişt birin. Roja din dîsa bi ser malê de girtin. Vê carê ez binçav kirim. Mala me dîsa serobino kirin. Hinek pereyê me hebû li malê ew girtin. Gotin bibe îtîrafkar. Di rê de gotin ‘em ê te ji xwe re keça te jî ji fermandar re bibin.’ Ez 16 rojan di bin çavan de mam. Îşkene li min kirin. Digotin biaxive. Îşkenceya nema kirin. Dengê hevalên min ji odeya din dihat. Dema deng dihat min ez pir bi bandor dibûm. Rojê 3-4 caran îşkence dikirin. Piştî vê îşkenceyê hîna ez têm dermankirin.”
 
‘Li ser îxbarekê malbata min hemû hat binçavkirin’
 
Sultanê wiha dirêjî dayê: “Li ser îxbarek derew hemû malbata min hat binçavkirin. Kurê min jî binçav kiribûn. Dabûn ceyranê. Her cureyê Îşkenceyê lê kiribûn. Sê rojan di bin îşkenceyê de ma wekê ku sê meha girtî bimîne. Dîsa li Îzmîrê ji ber tevli 8’ê Adarê bibûm hatim binçavkirin. 7 sal ceza dan min. Piştre ceza xera bû.”
 
‘Ev çalakiyek pîroz e’
 
Sultanê bal kişand ser girîngiya Nobetên Edaletê û wiha vegot: “Em ji bo azadiya girtî û serokatiyê di grevê de ne. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Ev 24 sal in li Îmraliyê giritye û sê sal in jî tu agahî jê nayê girtin. Divê demildest bê berdan. Ev çalakiyek pîroz e. Em azadiya girtiyan dixazin. Em bi hemû dilê xwe ligel çalakgeran e. Heta serokatî azad nebe wê ev çalakî bidome. Em ê her roj bên vir rûnin. Em dixwazin şer bidawî be û aştî bê. Bila zext û zilm bidawî be. Em ji bilî zimanê xwe zimanekî din naxwazin. Em dixwazin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Em ji bo azadiyê di Nobeta Edaletê de ne. Hîna ku ji girtîgehan cenaze derneketine divê gûh bidin vê nobetê.”
 
‘Min çavên xwe bi vê dozê vekir’
 
Sultanê wiha vegot: “Min çavê xwe bi vê dozê vekir û ez ê bi vê dozê bigirim. Em sibehê radibin zû tên vir. Em saet di 10.00’an de li vir in. Em hemû dayik in, em bi coş û moralekî mezin tên vir. Hevalên mêr jî piştgiriyê didin. Tevli çalakiya me dibin. Roja me xweş derbas dibin. Em her tiştî bi hev re dikin. Em nîvro li vir xwarinê bi hev re dixwin. Em çayê vedixwin. Gelek kes tên serdana me. Mirov piştgiriyê didin me. Em ê çalakiya xwe wisa bi piştgiriyek mezin bidomînin. Divê her kes piştgiriyê bidin me. Em stranan dibêjin em sohbetan dikin. Em dest bidin hev wê azadî û serkeftin pêk bê.”