Di çalakiya li ber NY’ê de balkişandin ser grevên birçîbûnê

  • 19:51 24 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya  li ber NY’ê ya bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû detpêkirin de, balkişandin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi heman daxwazê hatine destpêkirin.
 
Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan di meha 37’an de didome.
 
Çalakiya ku di çarçoveya Pêngava "Dem dema azadiyê ye" de tê lidarxistin, ji 25'ê Çileya 2021'an ve her roja Çarşemê li Meydana Neteweyan a ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye, dewam dike.
 
Di çalakiya vê hefteyê de greva birçîbûnê ya girtiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin, silav kirin.
 
Piştî deqeyeke rêzgirtin, li ser navê komîteya çalakiyê Îbrahîm Yuksel axaftinek kir. Îbrahîm diyar kir ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan ku zêdeyî 24 meh in dewam dike û da zanîn ku heta pêngav bi ser bikevin dê li qadan bin.
 
Piştî axaftina Îbrahîm Yuksel çalakiya rûniştinê berdewam kir