Li Mêrsîn û Edenê nobet 52 roj in didome

  • 16:40 24 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsîn û Edenê çalakiya Nobeda Edaletê di roja 52'yan de berdewam dike. Di serdana çalakiyan de peyama mezinkirina piştevaniyê hat kirin.
 
Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.  
 
Edene 
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve çalakiya Nobeta Edalatê hat destpêkirin. Çalakî 52 roj in li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Seyhanê berdewam dike. Îro jî çalakî bi serdanan berdewam kir û di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hat kirin. 
 
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berdewam dike. 
 
Mêrsîn
 
Di çarçoveya pêngavê de li Mêrsînê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya ku li avahiya komeleyê didome ket roja xwe ya 52'yan. Îro endamên Dayikên Aştiyê û rêveberên komeleyê hatin serdanê. 
 
Di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.