Çalakiya Nobeta Edaletê li Stenbolê dewam kir

  • 16:19 24 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi tevlibûna gelek kesî di roja 43'yemîn de dewam dike. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, di roja 43’yemîn de li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Malbatên girtiyan û gelek beşdarvanên nobetê yên jin pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. HDK, DBP, BMG, ANYAKAYDER, MATUHAYDER tevli çalakiyê bûn. 
 
Endama BMG'ê Sinem Ozkan, li vir axaftineke kurt kir û got ew bi rêzdarî û bi hezkirin çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û Nobetên Edaletê silav dikin û got çawa li dijî Rojava polîtîkayên şer didomin îro li dijî girtîgehan jî ev polîtîka dewam dikin. Sinemê got ew ê vê têkoşînê di her şert û mercî de bidomînin. 
 
Endamê BMG'ê Mahmut Çiftçi jî da zanîn hemû gelên li Tirkiyeyê di bin tecrîdê de ne û loma jî divê têkoşîn bê mezinkirin deriyê Îmraliyê vebe. 
 
Bi stran, çepik, tilîlî û dirûşman çalakiya Nobeta Edaletê dewam kir.