Nobeda Edaletê: Dê berxwedana me heta dawî bîdome

  • 14:25 24 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Di Nobeda Edaletê ya ku diroja 50'î dewam dike, banga edalet û azadiyê hat kirin.
 
Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya Pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li Amedê hat destpêkirin, di roja 50'î de li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Navçeya Rezan a Amedêberdewam kir. Beşdarên Nobeda Edaletê pêşmalkên bi kurdî û tirkî lî ser wan " Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê û gelek kesî jî serdana çalakiyê kirin.  
 
'Ez berxwedana hemû dayikan pîroz dikim'
 
Yek ji kesên ku Nobeda Edaletê ziyaret kir Lahiye Arşîmet der barê çalakiyê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kir ku tecrîdeke giran li ser gelê Kurd tê meşandin. Lahiye got, “Berî her tiştî ez berxwedana hemû dayikên Nobeda Edaletê pîroz dikim. Êdî bes e, ez dixwazim edalet pêk bê. Ez dixwazim tecrîda li girtîgehan û li ser hemû gelan bê bidawîkirin. Berxwedana me wê heta dawiyê bidome.Ez hemû girtiyên li girtîgehê silav dikim"