Wê Enqere jî tevli çalakiya azadiyê bibe

  • 12:03 24 Çile 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên siyasî ve 59 roj in didome Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî wê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojî bike. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji 3 sal zêdetire agahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek hat destpêkirin. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêze çalakî ji bo piştevaniya bi pêngavê re hatin destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Dû re jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.
 
Wê ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê jî sibehê saet di nehan de li avahiya bajêr çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan dest pê bike û roja sêşemê bi dawî bibe. Wê DEM Parti, HDP, partiyên hevpar, Partiya Şoreşger jî piştgiriyê bidin çalakiya grevên birçîbûnê. 
 
Wê 29'ê Çileyê roja duşemê jî Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya grevê bibin.