Li Şengalê pêngava ji bo xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan didome

  • 10:42 24 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li komalgeha Dihola ya Şengalê di bin dirûşmeya ‘Parêznameyên min li ku derê bin ez li wir im’ pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin û nirxandin li ser hatin kirin. Endamê Meclisa Dihola Heyîder Hesen got ku çiqas mirov Abdullah Ocalan dixwîne tiştê nû dibîne, fikirek û felesfeyek bi vî rengî dikare cîhanê biguhere.
 
Li tevahiya Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re Xweserî’ ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatiye destpêkirin, dê 7 rojan pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê xwendin û nîqaş bê meşandin. Roja 21’ê Çile bi dirûşmeya ‘Parêznameyên min li ku derê bin, ez li wir im’ pêngava xwendina pirtûk û parêznameyên Abdullah Ocalan hate destpêkirin.
 
Di vê çarçoveyê de li komalgeha Dihola ya Şengalê bi armanca xwendina pirtûkan civînek hate lidarxistin. Di civînê de endamên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ên komelgeha Dihola û Borik amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin û nirxandin li ser hatin kirin.
 
Beşdarvanên civînê jî di nirxandinên xwe de anîn ziman ku ne fikrek wiha nêzî fikrê Êzdiyatî ba wê di fermana sala 2014’an de, bi hewaran nehatiban û ew ê ji binî tine biban. Lê bila her kes bizanibe jî dema ku civakek xwe li ser fikrê Serok Apo perwerde û zane bike, rûxandina wê civakê zehmet e.
 
Di vê çarçoveyê de endamê Meclisa komelgeha Dihola Heyîder Hesen axivî û got; “Çiqas mirov Rêber Apo dixwîne, ew qas titştên nû dibîne, her çiqas me weke gelê Şengalê xwe di bin Sîwana Netewa Demokratîk de ku xwe di fikrê Rêber Apo de perwerde kiriye û xwe zane kire jî, lê hîna ji bona me tevahiya gelê Şengalê lazim e, ji ber ku her gotinek Rêber Apo wateyek xwe ya girêdayî dîrokê heye.”
 
Hesen Heyîder da diyarkirin, her demek wisa ji boyî tevahî sazî û destgehên Rêveberiya Xweser, xwendina fikir û ramanên Abdullah Ocalan pêwist e, rast e ew di bin banê wê de rêxistinkirî ne lê ev yek têrê nake.
 
Hesen di dawiyê de got; “Em weke meclis êdî erk dikeve ser milê me tişta ku me fam kirî em di nava civaka xwe de jî belav bikin, ji ber ku bi sedan sal e civak bê perwerde hatiye hiştin, êdî em ê jî bi erka perwerdekirina civaka xwe rabin. Em wek gelê Şengalê xwe deyndarê Serok Apo dibînin, em jî li vir soz didin heya azadiya fizîkî ya Rêberê xwe li ser piyan bin û qet gav pajde navêjin.”
 
Civîna ku bi qasî 3 saetan dewam kir bi dirûşmeya ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’, ‘Bê Serok jiyan  nabe’ bi dawî bû.