ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 24 Çile 2024
  • Rojev
 
*Xwendekera felsefeyê ya li Îtalyayê Lucia Rossa, da zanîn pirtûkên Ocalan tiştên cuda li jiyana wê zêde kirine û bi vê re wê dest bi lêpirsîna derbarê sosyolojiya Rojava kiriye û wiha got:"Fikra wî ya dînamîk nîşan dide ku dîrok bi dawî nebûye û berî her tiştî wî nîşan da ku di sedsala 21'emîn de pêşxistina fikra siyasî ya radîkal û demokratîk pêkan e. "
 
*Jinên li Îzmîrê dijîn bal kişandin ser girîngiya hilbijartina herêmî û gotin: "Di rêveberiyên herêmî de temsîliyeta jinê girîng e. Divê ji bo gel polîtîkayên alternatîf û şênber bên amadekirin. Em jin dê bibin şopdarê vê pêvajoyê û bibin kirdeya pêvajoyê." BI DÎMEN 
 
* Êrişa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û piştî vê berxwedaneke 134 rojan hat meşandin û jinên kurd carek din nîşan dan ku hêza wan nikare têk biçe. Serkeftina mohra xwe li dîrokê da bi gotinên '26’ê Çileyê 2015’an. Kobanê Rizgar bû. Saet ji 3’yan 10 deqe kêm’ hat îlankirin.