Li Şirnexê 3 kes hatin girtin

  • 19:42 19 Çile 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Ji 10 kesên ku ji ber parvekirinên li ser medyaya sanal hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. 
 
Li Şirnexê û navçeyên wê ji 10 kesên hatin binçavkirin, 3 kes hatin girtin. Kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê bi sûcê "propagandaya rêxistinê" sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin. 
 
Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin 7 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 3 kes hatin girtin.