Ji bo 10 jinan daxwaza girtinê

  • 16:24 19 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Ji jinên ku di 16'ê Çileyê de di serdegirtina malan de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin, 10 jin bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
 
Di 16’ê Çileyê de Stenbol, Amed, Edene û Dîlok jî di nav de bi giştî li 28 bajaran bi ser malan de hate girtin û Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û hunermend jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê 21 kes hatin binçavkirin û niha li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê hatin ragirtin. Karûbarê îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de duh bi dawî bûn. 
 
Îro ji bo karûbarê îfadegirtinê ya dozgeriyê sewqê Edliya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin. Ji bo piştevaniyê jî gelek nûnerên saziyên jinan li ber edliyê kom bûn. 
 
Karûbarê îfadegirtinê ya Kumrî Akgul, Dîlan Suyu, Pervîn Tumbul, Selcan Saygi, Bedîa Gokguz, Tulay Guler, Bîrgul Muhîkanci, Suna Kaymaz, Gulsum Ozturk û Beser Çelîk li dozgeriyê bi dawî bû, bi daxwaza girtinê sewqê dadgeriyê hatin kirin. Li bendê ne ku dozgerî derbarê jinên din jî biryarê bide. 
 
Gözaltındaki isimler
 
Navê kesên ku di binçavan de: Çalakvana Nobeda Edaletê Kumri Akgul û Gulsum Ozturk, Ji Dayikên Aştiyê Bîrgul Muhîkanci, Fatma Yilmaz û Bedîa Gokguz, seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Pervîn Tumbul û Beser Çelîk, aktîvîstên TJA'yê Vetha Bîngol û Suna Kaymaz, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê ya Geverê Selcan Saygi, hunermendên NÇM'ê Dîlan Suyu û Zehra Suyu, Sihat Yilmaz, Şukran Tugay, endamên DEM Partiyê Gonul Karaman, Nezihe Işik û Tulay Guler.