Siyasetmedar Martina Anderson: Tecrîd pirsgirêkek global e

  • 09:05 19 Çile 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Siyasetmedar Martîna Anderson tecrubeya girtina xwe û girtiyên siyasî yên kurd anî hember hev û derbarê tecrîdê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêkek global e.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA)di 13-14’ê Çile de konferansa bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” pêk anî û 2 rojan berdewam kir. Ji welatên cuda jinên siyasetmedar, hiqûqnas, aktîvîst tevli bûn û her wiha ji Kurdistan û Tirkiyeyê jî gelek jin tevil konferansê bûn. Di konferansê de binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan hat nîqaşkirin û bi atolyeyên hatin kirin der barê pirsgirêkên ku girtî dijîn de rêbazên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Yek ji kesên tevli konferansê bû siyasetmedara Îrlandayî Martîna Anderson bû. Martîna der barê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û têkoşîna tê dayîn axivî.
 
Martîna diyar kir ku divê li dijî dijhiqûqiyên li girîgehan hişmendî bê qezenckirin û got: “Divê li dijî dijhiqûqiyan civak dengê xwe bilind bike. Mijarek wisa girîng e ku ji girtîgehê derkeve derve. Bi vî awayî em der barê girtiyan de dibin xwedî agahî. Li cîhanê gelek tişt diqewimin. Li Gazzeyê, li Rojhilata Navîn çi dibe em hemû dibînin. Ji bo ev bên bihistin û di vê mijarê de tiştek bê kirin hişmendiyek bê afirandin divê em piştgiriyê bidin.”
 
‘Rayedarên Tirk fikaran ji nedîtî ve tê’ 
 
Martîna diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktorekî xurt e û got tecrîda li ser wî pirsgirêkek globale û wiha domand: “Berê li cîhanê tiştek wisa hatibû dîtin? Li Belfast doza Abdullah Ocalan baş tê zanîn. Li Îrlandayê qanûnek navneteweyî heye û li Îrlandayê ji bo hişmendiyê wêneyekî wî yê mezin hat daliqandin. Yanî eleqeyek navnetewetyî heye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Komîsyona Ewropayê û yên din nêrîn diyar kirin. Rewş hat şermezarkirin. Lê rayedarên Tirk fikaran nabînin.”
 
‘Abdullah Ocalan çavkaniya îlhamê ye’
 
Martîna balkişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha dirêjî daye: “Girêdayê tecrîda li ser Abdullah Ocalan gelek pêkanînên dijqanûnî hene. Wek keseke ku tecrubeya min jî heye tecrîd ji bo kes gelek zehmete. Gelek ji me girtiyên siyasî tecrubeya tecrîdê jiyane. Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê girtiyê siyasî tê dîtin û ji ber piştgiriyên xwe bûye çavkaniya îlhamê. Ez dizanim ku Gelê Kurd bi fikare. Parêzer nikarin xwe bigihînin wî. Li her derê cîhanê her demê girtiyên siyasî ji bo daxwazên xwe serî li grevên birçîbûnê didin. Ji bo vê canê xwe dane. Dem amin de jî di greva  birçîbûnê de 10 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ez berxwedana girtîgehan baş dizanim.”
 
‘Piştevaniyê bikin tecrubeyan parve bikin’
 
Martîna wiha dawî lê anî: “Em ji malbatên xwe dûr di girtîgehên dûr de diman. Malbatên me ji Îrlandayê dihatin Îngîlîstanê. Ji bo me neçar diman biçin welatekî din. Rewşa me dişibe hev. Heman rewş li vir jî heye. Hinek girtî ji malbatên xwe pir durin. Malbat nikarin biçin. Ez tecrîda li ser girtiyên kurd hîs dikim. Divê em di piştevaniyê de bin û tecrubeyan parve bikin. Divê li dijî dijhiqûqiyan civak dengê xwe bilind bike. Mijarek wisa girîng e ku ji girtîgehê derkeve derve. Bi vî awayî em der barê girtiyan de dibin xwedî agahî. Li cîhanê gelek tişt diqewimin. Li Gazzeyê, li Rojhilata Navîn çi dibe em hemû dibînin. Ji bo ev bên bihistin û di vê mijarê de tiştek bê kirin hişmendiyek bê afirandin divê em piştgiriyê bidin.”