Bajarê ku jinan ava kir bû navenda talanê

  • 09:04 19 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê ku hema hema hemû sûcên şer hatin jiyîn û di vî alî de mînaka wê li cîhanê pir kêm e. Li Efrinê gelan sazbûna demokratîk azadîxwaz a jinê ava kir. Ligel vê polîtîkayên zext, asîmîlasyon, destdirêjî, talan û koçberkirina kurdan pêk hat. Tevî hemû sûcên şer, ji araneya navneteweyî ji bilî belgekirinê tu tiştek nehat kirin.
 
Tirkiyeyê bi piştgiriya hêzên navneteweyî di 20’ê Çileyê 2018’an de li hember bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş da destpêkirin û di ser de 6 sal der bas bû. Di êrİşên mijara gotinê de ligel azbûna demokratîk û xweser, sazbûna demografik jî hedef girtin. Tirkiyeyê 79 balaran, tank, top û obusan bi hezaran leşker û 25 hezar endamên koma paramîlter êriş dan destpêkirin û 58 rojan berdewam kir. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan rojek piştî êrişan  got "Niha mijar ev e ku Efrîn teslîmê xwediyên wan yên rast bê kirinê ye. 3,5 mîlyon Suriyeyî ne li ser axa me ne? Hedefa me ev e ku em van welatiyan bişînin ser axa wan". Bi vê daxuyaniyê plana xwe jî aşkera kiribû.
 
Piştî berxwedana 58 rojan şûnde komên seleferî yên girêdayê Tirkiyeyê, li bajar sûcên mirovahiyê kirin û her çiqas ev sûc bikevin bin qedan jî qada navneteweyî tu tiştek nekir.
 
Dîroka Efrînê
 
Beriya êrîşan nifûsa bajar 500 hezar bû. Ji sedî 96 kurd bûn. Hewcedariya gel a zeytûnan dianî cih. Çandinî, tekstîl û sewalkarî jî lê dihat kirin. Kurd, ereb, çerkez, ermenî û tirk ligel hev dijiyan. Di 29’ê Çileyê 2014’an de Kantona Efrînê hat îlankirin. Li Kantona Efrinê bi komûn, meclîs Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star û hevserokatiyê  ji avabûna Sûriyeyê re bû mînak. Piştî êrişên Tirkiyeyê hêzên paramîlîter li bajar dest bi talan, xesp, dizî, kaçaxiya mirovan, talan xwezayê û paqijiya etnîkî kir. 
 
Di sala ewil a dagirkirinê de nifûda kurdan ji sedî 60 kêm bû
 
Rêxistina mafê mirovan a navenda wê li Efrînê di 2020’an de rapor weşand û diyar kir k udi 2 salên ewil yên dagirkirinê de nifûsa kurdan ji sedî 60’î zêdetir kêm bûye. NY’ê jî rapora xwe de diyar kir ku ji 150 hezarî welatiyên kurd ji Efrînê derketine û li kampa Şahba ya Tel Rifat bicih bûne.
 
Tabura yekemîn a jinan  li Efrînê hat avakirin
 
Li Efrînê piştî şoreş hat destpêkirin şûnde  jin zêdetir tevli qada perwerde, parastin, siyaset, aborî, çand û çapemeniyê bûn. Jinan salên ewil yên şoreşê de  malên jina, akademî û meclîs ava kirin û di qada aborî de proje amade kirin. Jinên Efrînê beriya şoreşê hêza parastinê YXK ava kirin û piştre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û piştre di komuta Ruksen Efrîn de cihê xwe di YPJ’ê de girtin. yekemîn tabura jinan a li Rojava li Efrînê bi navê "Tabura Şehîd Ruken" hat avakirin.
 
Yên ewil hedef hatin girtin jin bûn
 
Li bajarê ku komên Selefî barageh avakirin ewil jin hedef giritn. Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ya 31’ê Kanûna 2021’ê  ji 18’ê Adara 2018’an hetaniha 300 hezar sivîl ji Efrînê hatine derxistin û ji herêmên cuda 400 hezar kes li Efrînê hatine bicihkirin. Nifûsa kurdan ji sedî 25 li bajar kêm bû. 4salan de 8 hezar û 63 kes hatin revandin û 84 jin hatin qetilkirin, destdirêjî li 70’ê jinî hat kirin. ji hezarî zêdetir jî jin hatin revandin.
 
Li gorî bîlançoyê ji 655’yî zêde welatî hatin qetilkirin, 303 zarok, 213 jin bi giştî 696 kes birîndar bûn. Ji 333 hezar û 900’î zêdetir darên zeytunan hatin birîn. Li gorî daneyên 17’ê Çileyê 2022’yan ji gund û navçeyên Efrînê 25 welatîn revandin, nêzî 900 darên zeytunan hatin birîn. Li gorî daneyên 6 mehan yê sala 2023’yan jî  12 kes hatin qetilkirin 173 kes hatin revandin, 15 hezar û 500 dar hatin birîn.
 
Navên kurdî yên gelek deveran hat guhertin
 
Tirkiyeyê her wiha navên kurdî yên gund, dibistan, qad û  bi dehan cihên dîrokî guhert û navên Tirkî û Erebî lê danîn. Nifûsa kurdan ya ji sedî 96’ê bajar ava dikir di 5 salan de daket ji sedî 20’î.
 
Zimanê perwerdê kirin tirkî û erebî
 
Di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê de kurdî hat qedexekirin û pewerde bi erebî û kurdî li gorî müfredata Wezareta Perwerdehiya Neteweyî hat guhertin. Li Efrînê di 2019’an de girêdayê Rektoriya Zanîngeha Dîrokê ‘Fakuleya Perwerdê’ hat avakirin û bernameyên Perwerdehiya Tirkî, Perwerda Polê, Şêwirmendî Rehberî û Psîkolojiyê hat vekirin. Dîsa di Adara 2021’ê de li Efrînê pereyê ereb hat qedexekirin û pereyê tirk hat ferzkirin.
 
Berhemên dîrokî hatin talankirin
 
Rojên ewil yên êrîşê de di 26’ê Çile de êrişê Perestgeha Eyn Dara  kirin, di 29’ê Çile de êrişê Keleha Nebî Hurî kirin. Cih û warên dîrokî yên bajar hatin talankirin Konseya Cih û Warên Dîrokî ya Kantona Efrînê daxuyaniyek da û da zanîn ku 78 girên dîrokî yên bajar hene û ev hatine kolandin û talankirin. Tirkiyeyê ji 20 hezarî zêdetir berhem revand û piranî ji ser Tirkiyeyê derxistin derveyê welat.
 
Ji derveyê daneyên fermî hejmar pir zêde ye
 
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ji 20’ê Çileyê 2018’an heta niha 96 jin hatine qetilkirin, ji van 8 heban ji ber êrişa zayendî dawî li jiyana xwe anîne û destdirêjî li 72 jinan hatiye kirin. Lê ji bilî daneyên fermî hejmar gelek zêdeye.
 
Ji ber hemû xetên telefon û înternetê girêdayê şîrketên Tirkiyeyê hatin kirin, tenê beşek ji van sûcan hatin belgekirin.
 
Jin bi tena serê xwe nikarin derkevin kolanan
 
Li Efrînê ji ber sedema êrişên zayendî, îşkence, revandin û tacîzê tenê dernakevin kolanan. Di vê mijarê de Nîmet Şêxo ya di cotmeha 2021’ê tevî ducanî bû di îşkencê hat qetilkirin, dikare mînak bê dayîn.
 
Talana darên zeytûnan
 
Zeytûnên Efrînê ku hatin talankirin, anîn Tirkiyeyê kirin rûn û îxracê Ewropayê kirin. Bi vî pereyi jî çeteyên îslamî yên bin kontrola Tirkiyeyê de hatin fînansekirin û ev di çapemeniya Ewropayê, ya kurd û ereb de bi berfirehî cih girt.
 
Di bin kordînatoriya Tirkiyeyê de SMO revandina mirovan, îşkence û fîde veguhert sektora fînansî. Hejmara Efrîniyên ji aliyê MÎT’ê ve hatiye revandin bû 8 hezar û 645. Ji kesên hatine revandin  herî kêm 50 ks birin Tirkiyeyê û li wir darizandin û ceza kirin. Li Efrinê ji bo kesên hatine revandin îşkencê lê bikin jî bi dehan zindan hatin avakirin.
 
Navendên îşkenceyê yên jin lê tên girtin
 
L igorî daneyên 2021’ê hinek cihên ku komên paramîlîter jin û zarok revandin û li cihên wek ‘zindana reş’ tên binavkirin bicih kirin wihane: 
 
* Avahiya ku matbaya Ronahî lêbû, veguhertin zindana ku jin lê tên girtin. 
 
* Zindana Elqela: Ev zindan li gundê Basute ya Efrînê ye. Li zindana ku piranî jin lê ne bi sedan kes tê girtin. Liv ê zindana ku her cureyê îşkencê li ser bedena jinê tê kirin, girêdayê Tugaya Hamza ye.
 
* Zindana Elberad: Ev zindan li navenda Efrînê ye û di bin kontrola Cephet Elşamiyê ye. Piranî jê jin kesên ji Efrîn û gundan revandine li wir tên girtin.
 
* Zindana Elkerama: Dibistana Elkerama ya li Efrînê wek zindan tê bikaranîn. Ji bo jinan odeyên taybet yên îşkencê hatin avakirin.
 
* Zindana Dadgehê: Avahiya dîrokî ya dadgehê ya li Efrînê veguhertin zindanê. Ev zindan ji aliyê Cephet El Şamiye û  MÎT’ê ve tê birêvebirin. Jinên ji navend û gundan direvînin li wir tên girtin. 
 
* Zindana Îtîhada El: Ev avahiya ku berê wek dibistan dihat bikaranîn, piştre veguhertin zindana ku jin lê tên girtin. 
 
* Zindana Mahmudiye: Zindana li navçeya Mahmudiyeyê ye, ji aliyê Hamzat ve tê kontrolkirin û di du beşên zindanê de jin tê girtin.