ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 19 Çile 2024
  • Rojev
 
* Divê hevjiyana azad a navbera jin û mêr de bê vakirin û civakîbûna vê bê pêşxistin. Divê têkiliya jin-mêr ya ku bingeha hemû prisgirêkên civakiye, di esasa azadiya jinê de bi awayekî zanistî bê çarserkirin û ev wê hêza esas a civaka demokratîk û ekolojîk jî ava bike. Bêguman jineolojî jî xwedî van taybetiyane ku van derxe holê." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*L i Efrînê ku hema hema hemû sûcên şer hatin jiyîn û di vî alî de mînaka wê li cîhanê pir kêm e. Li Efrinê gelan sazbûna demokratîk azadîxwaz a jinê ava kir. Ligel vê polîtîkayên zext, asîmîlasyon, destdirêjî, talan û koçberkirina kurdan pêk hat. Tevî hemû sûcên şer, ji araneya navneteweyî ji bilî belgekirinê tu tiştek nehat kirin.
 
*Jinan derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên kurd û Nobeta Edaletê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin de axivîn û diyar kirin ku divê daxwaz bên qebûlkirin û banga yekitiyê li Gelê Kurd kirin. BI DÎMEN 
 
* Siyasetmedar Martîna Anderson tecrubeya girtina xwe û girtiyên siyasî yên kurd anî hember hev û derbarê tecrîdê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan pirsgirêkek global e.” BI DÎMEN 
 
*Fince Akman da zanîn tevî Dayikên Nobeta Edaletê bi tevahî binçavkirina 21 kesî wê têkoşîna wan nikaribe asteng bike û wiha got:"Her ku em dibêjin aştî dewlet di şer de israr dike. Ew 10 dayikan bigirin em ê bibin 50 kes werin dewsa wan dayikana jî têbikoşin. Em her yek dewsa yeka din tije bikin. Em ê daxwaza edaletê û şopandina doza zarokên xwe bidomînin." DÎMEN HEYE