Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Dîcle Muftuoglû kir

  • 15:43 18 Çile 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku girtî tê darizandin got ku ew ji ber nivîsandina rastiyan tê darizandin. Her wiha dozger, daxwaza berdewama girtina rojnamevan Dîcle Muftuoglû  kir. 
 
Danişîna 2'yemîn a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz re hate binçavkirin û pişt re hate girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. 
 
Dîcle Muftuoglû ya bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” nêzî 9 meh in tê darizandin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dîl girtî ye bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Dîcleyê jî di danişînê de amade bûn. 
 
Ji bilî DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basîn-Îş, nûnerên MLSA, rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl danişînê dişopînin.
 
Dîcle di danişînê de axivî û wiha got: “Ji 3’yê gulanê ve ev 9 meh in girtî me. Di vê dozê de xebatên min ên rojnamegeriyê tên darizandin. Ev tablo êdî veguheriye astengkirina azadiya çapemeniyê. Ev rewş hem rojnamegeran hem jî gel mexdûr dike. Ji ber ku rastiyan dinivîsim lewma têm darizandin. Bi taybet jî zextekî giran li ser rojnamegerên kurd heye. Yek ji wan jî ez im.” 
 
Dozgerê ku piştî beyanên şahid Kerem Gokalp mutalaya xwe aşkere kir, daxwaza berdewama girtina Dîcleyê kir.