Ji nobeta Îzmîrê peyama 'Êdî bes e!'

  • 15:28 18 Çile 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya Nobeta Edaletê li Îzmîrê 11 roj in didome. Di çalakiya îro de hat diyar kirin ku divê êdî tecrîd bê bidawîkirin.
 
Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Girtiyên Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî ya" hat destpêkirin, li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di roja 11'emîn de dewam kir. 
 
Li salona ku nobet lê hat girtin, pankartên "Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin denge zindanan" û "Li dijî tecrîdê berxwedan" hatin daliqandin. Gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Rêveberên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a navçeya Karşiyaka û xizmên girtiyan îro serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dayika Nezîr Gumuş ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê girtiye Hanîfe Gumuş axivî û diyar kir ku ji bo zarokên xwe li vir in û got: "Em tenê aştiyê dixwazin û divê guh bidin dengê me. Divê rayedarên dewletê edaletê pêk bîne. Em dixwazin tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bê bidawîkirni. Ji ber ku 3 sal in parêzer û malbat nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Em rewşa wî ya dawiyê nikanin. Divê ev polîtîyakayên ku tê meşandin bê bidawîkirin. Em dibêjin êdî bes e." 
 
Çalakiya nobedê bi serdanan berdewam dike.