Rêxistina Sara kiryarên li hemberî jinên Efrînê şermezar kir

  • 14:52 18 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî kiryarên Dewleta Tirk ên li ser jinên li Efrînê zêde dibin, Rêxistina Sara daxuyaniyek da û got: "Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin, ku bi lezgînî destwerdanê bikin û li gorî peymanên navneteweyî ji wan hesab bibirsin."
 
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinên Efrîn-Şehba, li dijî kiryarên ser jin û bûyera dawî ya qetilkirina jinek Efrînî, daxuyanî da. Daxuyanî li parka navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi beşdarbûna Kongra Star, şêniyên navçeyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî","Na ji qetilkirina jinan re" hatin vekirin.
 
Daxuaynî ji aliyê mamoste Bêrîvan Elo ve hate xwendin û wiha got: "Bi nêzîkbûna salvegera êrişên li Efrînê, li ser jinan, êriş zêde dibin. Qetilkirin, revandin, destavêtin û tewanên din li ber çavên mirovahiyê li Efrînê rojane tên kirin. Armanc bi wê tunekirina Gelê Kurd e û bicihkirina malbatên ji derveyî Efrînê ye. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê agahiyên li ser deh jinên girtî di girtîgeha dagirkeriyê de ne çend roj berê parve kir."
 
Bêrîvan Elo behsa bûyera qetilkirina jineke li Efrînê kir û got: "Di 14'ê Çileya 2024'an de yek ji çeteyên faşîst ên tirk jineke Kurd a bi navê Gulê Fîrancî ya ku ji bajarê Efrînê ye bi lêdana wesayîdekê qetil kir. Ew jin ji navçeya Recoyê bû, temenê wê nêzî 77 salî ye. Ev bûyer li gundê Yûl Çitê yê girêdayî bajarokê Meydan Ekbezê qewimiye. Ne ya yekem e û ne jî ya dawî ye. Bûyerên wiha li Efrînê rojane diqewimin û kiryar ji ber bêdengiya cîhanî zêde dibin."
 
Bêrîvan banga rawestandina kiriyaran li Efrînê kir û wiha daxuyanî dawî kir: "Ji ber vê yekê em bi navê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan li Efrîn û kantona Şehbayê van tewanên li dijî jin û zarokan tên kirin, şermezar dikin. Em bang li hemû rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin, ku bi lezgînî destwerdanê bikin û li gorî peymanên navneteweyî ji wan hesab bibirsin."