Namzetên hevşaredariya Geverê diyar bûn

  • 20:51 17 Çile 2024
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê di tûra duyemîn a pêşhilbijartina ku ji aliyê DEM Partiyê ve hat kirin de ji bo namzetiya hevşaredariya Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî hatin hilbijartin.
 
Di 16’ê Çile de li Gever a Colemêrgê ji bo hevşaredar, endamên meclîs û meclîs giştî pêşhibijartin pêk hat. Ji bo hevşaredariyê 8 mêr, 5 jin bi giştî 13 namzet ketin hilbijartinê. Ji ber 13 namzetî yekî jî ji sedî 50+1 derbas nekir hilbijartin ma tûra duyemîn. 
 
Îro saetên dibehê de tura duyemîn pêk hat û saet heta 16.00’an berdewam kir. Di encama dengdayînê de namzet diyar bûn. Di encama dengdayînê de Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî hatin hilbijartin.