ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 17 Çile 2024
  • Rojev
 
* Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê  parêzer Esra Saçalkidir der barê lêgerîna tazî ya malbatên diçin hevdîtinê de axivî û got: “Ev pêkanîn li dijî rumeta mirovahiyê ye û li dijî hasiyete ye. Ev bi armanca şikandina îradeya muxalîfên kurd pêk tê. BI DÎMEN
 
* Nivîskara kurd Fatêxan Taşli Tunç a ku di fuara pirtûkan de pirtûka xwe ya bi navê ‘Kezî’ da nasîn, diyar kir ku sê pirtûkên wê yên din ên amade kiriye heye û got: “Ez bangê li jinan dikim ku binivîsin. Jiyana her jinekê bi çîrokên balkêş mijara wêje û helbestê ye.” BI DÎMEN
 
* Îtzîar Martînez Sustatxa ya Îspanyayî ku tevli konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” bû diyar kir ku polîtîkayên dewletê yên li girtîgehan girtiyan biçûk dixîne û got têkoşîna li dijî vê gelek girîng e.
  BI DÎMEN
 
* Jinên li Şehbayê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Şehbayê dan û wiha gotin:"Kantona Efrîn-Şehbayê jî ev nêzî 6 sal in ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê topbarankirin. Lê dîsa jî gelê me li hemberî van êrîşan her carê soza bilindkirina xeta têkoşîn û berxwedanê bilindtir dikin. Welatiyên li Şehbayê hemberî tevahî êrîşan bi têkoşîna xwe dibin bersiv." BI DÎMEN
 
* Çalakvanên Nobeda Edaletê ya Stenbolê û siyasetmedar bertek nîşanî binçavkirina çalakvanên nobedê dan û gotin: "Em binçavkirin û girtinan natirsin. Em ê li cem jinên ku hatine binçavkirin bin û em ê li şûna wan nobedê bigirin. Têkoşîna ku ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd tê dayîn, têkoşîna me ye jî. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."  BI DÎMEN