Polîsê bû sedema mirina Mîraç Mîroglu berat kir

  • 19:44 16 Çile 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Mîraç Mîroglu yê wesayîta zirxî pêl wî kir û ew kuşt, wekî qisûrdar hat dîtin û der barê polîsê bersûc de biryara beratê hat dayîn. 
 
Di 3'yê Îlona 2021'ê de li Taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezex a Şirnexê, wesayîta zirxî ya polîsan pêl Mîraç Mîroglû yê 7 salî kir û ew kuşt.  Danişîna 7'an a dozê îro li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Hezexê hat lidarxistin. Bavê Mîroglû, Baroya Şirnexê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê tevli danişînê bûn û polîsê bersûc û parêzerê wî jîb i rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. 
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan, bavê Mîraç Mîroglû axivî. Bavê Mîraç  xwest bersûc bê cezakirin.
 
Piştî parastinan rapora ATK'ê daxilî nava dosyeyê hat kirin. Piştî raporaê danişîn bi parastinê domand. Polîsê bersûc doza beratê kir. Parêzerên Baroya Şirnexê destnîşan kirin ku xwestin polîsê bersûc bê cezakirin.