Li Stenbolê binçavkirin hatin protestokirin

  • 19:40 16 Çile 2024
  • Rojane
STENBOL- Li Stenbolê bi pêşengiya TJA’yê daxuyaniyek bi armanca protestokirina binçavkirinan hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ê berxwedana xwe li gori heqîqeta azadiya jinê mezin bikin, xwedîli nasname û têkoşîna xwe derkevin. Em li hundir bin jî li derve bin jî wê bi şîara ‘jin jiyan azadî berbi azadiyê ve’ têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJa) Komeleya Dema Jinê, Dayikê Aştiyê, Dayikên Nobeta Edeletê, Komeleya Piştevaniya Alîkariya Malbatên Girtiyan ya Anadolu (ANYAKAYDER), DEM Partî, komeleya Çanda Mezopotamya (NÇM) der barê 165 binçavirinên li 28 bajarî de li ber avahiya DEM Partî ya StenbolÊ daxuyaniyek dan. Hevberdevka Marmarayê ya Partiya Herêmên Demokratîk Dîlber Demîr, Endamên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) û gelek jinên din tevli daxuyaniyê bûn. Polîsan bi tehdîdên xwe hewl dan pêşî li jinan bigirin.
Tevî hemû astengiyan daxuyanî hat dayîn. Li ser navê jinan Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Aygul Sîncar daxuyanî xwend.
 
Jin li dijî êrîşan berxwe didin
 
Aygulê da zanîn ku êrîş çavkaniya xwe ji dijminahiya li hember jin û Kurdan digire Û got: “Bi van êrîşan têkoşîna azadiya jinê hedef digirin. Em vê baş dizanin. Her roj bi operasyonên siyasî hewl didin jinan bigirin û bêdeng bikin. Bi dehan carî bi êrîşên sistematik xwestin TJA’yê îlegalîze bikin. Bi van êrîşan dixawzin jinên Kurd ceza bikin û krîmînalîze bikin. Em jin wê li dijî van êrîşan berxwe bidin.”
 
‘Em ê têkoşînê bilind bikin’
 
Aygulê di dawiya daxuyaniyê de daxuyakirin ku tirsa herî mezin a desthilatdariyê jî têkoşîna azadiya jinan e û wiha dawî lê anî: “Em ê berxwedana xwe li gori heqîqeta azadiya jinê mezin bikin, xwedîli nasname û têkoşîna xwe derkevin. Em li hundir bin jî li derve bin jî wê bi şîara ‘jin jiyan azadî berbi azadiyê ve’ têkoşîna xwe mezin bikin.”
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bidawî bû.