Li Mêrdînê Nobeta Edaletê: Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin

  • 16:12 16 Çile 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrdînê bi serdanan didome û di çalakiyê de hat diyar kirin ku dê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna pengava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya ku di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, grevên birçîbûne hatin destpêkirin. Bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê hatiye destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê bi stranan û sohbeta li ser têkoşîna li dijî tecrîdê domandin. Dayikên tevli Nobeta Edaletê bûne daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Dayika Aştiyê Aysel Îlhan, anî ziman ku lawê wê Agît Îlhan piştî tev li PKK’ê bû di şer de jiyana xwe ji dest da û lawê wê Aslan Îlhan jî 16 sal in di girtîgehê de ye. Dayik Îlhan da zanîn ku lawê wê Agît beriya 14 salan li Sêrtê di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û hêj jî cenazeyê wî nehatiye dîtin û anî ziman ku dest ji lêgerîna cenazeyê lawê xwe bernade. Îlhan, bi lêv kir ku dixwazin Abdullah Ocalan û girtiyên din azad bibin ji ber vê yekê di Nobeta Edaletê de ne û wiha berdewam kir: “Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin. Em dixwazin malbatên leşkeran jî piştgiriyê bidin me. Dilê wan jî weke yê me dişewite. Bila ne dilê wan ne jî yê me bişewite. Em ji bo aştiyê li vir in.”
  
Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz jî diyar kir ku lawê wî Şeyhmûs di sala 1993’yan de di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û lawê wê Agît jî tev li PKK’ê bûye û wiha axivî: “Niha sax e ne sax e nizanim. 7 sal in çûye. Şeyhmûs jî şehîd bû lê em nizanin ka cenazeyê wî li ku ye. Ez ji bo edaletê hatim vir. Ji bo Serok Apo, ji bo girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de hatim vir. Em azadiyê dixwazin. Heta ku zarokên me dernekevin, heta ku Serok Apo dernekeve em li vir di nobetê de bin.”