Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê diyar bûn

  • 08:54 15 Çile 2024
  • Ramyarî
WAN – Li Wanê piştî pêşhilbijartina ku hat kirin şûnde namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdûllah Zeydan bûn.
 
Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) li Wanê di 13 û 14’êçileyê de bi hezaran delege çûn ser sindoqan û dengên xwe bi kar anîn. Bi hezaran delegeyên ku dengê  xwe bi kar anîn, namzetên xwe diyar kirin. Pêşhilbijartina ku pêk hat de Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdûllah Zeydan hat nîşandan.
 
Ji namzetên jin Neslihan Şedal di tûra yekem de 50+1 deng girt. Di tûra duyem de ji namzetên mêr Abdûllah Zeydan 2 hezar 358 deng, Mûstafa Avci jî 2 hezar 287 deng girt. Hilbijartina ku hat lidarxistin de namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdûllah Zeydan bûn.