Li Stenbolê Nobeda Edaletê bi serdanan didome

  • 16:33 14 Çile 2024
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê 33 roj in bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” û bi serdanan berdewam dike.
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin di roja 33’yan de domiya. Çalakî, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Navçeya Sancaktepeyê berdewma kir. Xizmên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Rêveberiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Çekmekoyê û gelek kesên ji komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadoluyê (ANYAKAY-DER) hatin serdana nobetê.
 
Endamê Lijneya Rêveber (MYK) a ANYAKAY-DER’ê Huseyîn Avras di çalakiyê de got ku bi sedan girtî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ketine greva birçîbînê. Avras, wiha domand: “Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li girtîgehan greva birçîbûnê hate destpêkirin. Guftûgoya bi birêz Ocalan re hatiye qutkirin. Em bi feraseteke ku di tu exlaqan de tune ye rû bi rû ne. Em naxwazin cenazeyên me ji girtîgehan derkevin. Heta ku daxwazên girtiyan tên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome.”