Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Almanyayê çalakî

  • 20:44 13 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek Kurdistaniyên li Mannheîmê dijîn ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin û piştre kart şandin. 
 
Li bajarê Mannheîm ê Almanyayê, bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a 25 salin li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan tê meşandin û banga azadiya wî, mîtîngek hat lidarxistin. 
 
Di mîtînga saet 15:00’an de li Parandaplatz a navenda bajêr hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku 34 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. wiha hat gotin: "Heta ku em ji Rêberê xwe agahî bistînin em ê nesekinin." 
 
Mîtîng bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû. Piştî mîtîngê Kurdistaniyan bi dehan kart ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şandin.