Li Şehbayê êrîşên li dijî jinan hat şermezarkirin

  • 19:52 13 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYDˊê ya Şehbayê êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê  wê  ya li dijî jinan û ferzkirina cezayê darvekirinê li dijî jinên hatine revandin, şermezar kirin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şehbayê ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê a li dijî jinan a li Efrînê bi çalakiyekê şermezar kir.
 
Çalakî li parka Kampa Berxwedanê bi beşdariya xelkê Efrîn û Şehbayê, endamên meclis, deste, nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.
 
Di çalakiyê de endama Meclisa Jinan a PYDˊê ya Şehbayê Yildiz Mûsa axivî û wiha got: "Em sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li hundirê Efrînê şermezar dikin. Armanca van sûcan vîna jinan were şikandin."
 
Li aliyekî din jî endama Kongra Star Gulê Mihemed got Tirkiye  û çeteyên wê sûcên xwe li dijî  gelê Efrînê dewam dikin.
 
Welatiya bi navê Lemya Ebas a ji pêkhateya Ereb jî wiha got: "Em qetilkirina jinan li Efrîna dagirkirî red dikin û bang dikin ku jinên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de werin rizgarkirin."
 
Lemya wiha domand: "Di navbera hikumeta Tirkiye û Îranê de der barê birîna sûcan li dijî jinan û birîna cezayên darvekirinê tune ye."