Li Şehbayê êrîşên li dijî jinan hat şermezarkirin 2024-01-13 19:52:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYDˊê ya Şehbayê êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayê  wê  ya li dijî jinan û ferzkirina cezayê darvekirinê li dijî jinên hatine revandin, şermezar kirin.   Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şehbayê ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê a li dijî jinan a li Efrînê bi çalakiyekê şermezar kir.   Çalakî li parka Kampa Berxwedanê bi beşdariya xelkê Efrîn û Şehbayê, endamên meclis, deste, nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.   Di çalakiyê de endama Meclisa Jinan a PYDˊê ya Şehbayê Yildiz Mûsa axivî û wiha got: "Em sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li hundirê Efrînê şermezar dikin. Armanca van sûcan vîna jinan were şikandin."   Li aliyekî din jî endama Kongra Star Gulê Mihemed got Tirkiye  û çeteyên wê sûcên xwe li dijî  gelê Efrînê dewam dikin.   Welatiya bi navê Lemya Ebas a ji pêkhateya Ereb jî wiha got: "Em qetilkirina jinan li Efrîna dagirkirî red dikin û bang dikin ku jinên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de werin rizgarkirin."   Lemya wiha domand: "Di navbera hikumeta Tirkiye û Îranê de der barê birîna sûcan li dijî jinan û birîna cezayên darvekirinê tune ye."