Li Amedê jinek hat qetilkirin

  • 21:14 8 Çile 2024
  • Rojane
AMED - Li navçeya Rezanê Pervîn Bal ji aliyê hevjînê xwe N.B. ve hate qetilkirin. 
 
 Li Taxa Korhat a girêdayî navçeya Rezan a Amedê Pervîn Bal (45) ji aliyê mêrê pê re zewicî  N.B. (71) ve bi amûra birînê hate qetilkirin. Cenazeyê Pervînê birin Saziya Tiba Edlî ya Amedê û faîl N.B. hate binçavkirin. 
 
Hate diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.