Li Amedê jinek hat qetilkirin 2024-01-08 21:14:34   AMED - Li navçeya Rezanê Pervîn Bal ji aliyê hevjînê xwe N.B. ve hate qetilkirin.     Li Taxa Korhat a girêdayî navçeya Rezan a Amedê Pervîn Bal (45) ji aliyê mêrê pê re zewicî  N.B. (71) ve bi amûra birînê hate qetilkirin. Cenazeyê Pervînê birin Saziya Tiba Edlî ya Amedê û faîl N.B. hate binçavkirin.    Hate diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.