Li Rojava komplo û êrîş tên şermezarkirin

  • 12:22 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi hezaran kes dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrişên dewleta tirk dimeşin. Li Helebê û Şehbayê jî wê meş bên lidarxistin.
 
Îro salvegera destpêkirina Komploya Navneteweyî (9’ê Cotmeha 1998’an) ya li dijî Abdullah Ocalan û ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî (9 Cotmeh 2019) ye.
 
Ji bo şermezarkirina komployê û dagirkirin û êrişên dewleta tirk ên ji 4'ê Comtehê ve bi dijwarî didomin, li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Bi yekîtiya gelan em ê êrîşên faşîzma Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin” meşên girseyî tên lidarxistin.
 
Meş û xwepêşandanan li bajarên Dêrik, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Kobanê, Minbic, Reqa û Dêrazorê bi beşdariya hezaran kesan dest pê kir. Di meşan de wêneyên Abdullah Ocalan, pankartên ku komplo û dagirkeriyê şermezar dikin hatin vekirin. Her wiha dirûşmên berxwedan û tolhildanê tên berzkirin.
 
Her wiha li bajarê Helebê jî wê saet 12:00'an de, li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê jî saet di 15:30'an de meş dest pê dikin.