Ji 1998’an heta niha komplo bi berxwedanê vala hat derxistin

  • 09:06 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi komploya navnetweyî ji Sûriyeyê derket û komplo ket 25 saliya xwe. Komplo her çiqas ji aliyê Abdullah Ocalan û bi sekna gelê Kurd vala bê derxistin jî tecrîda giran a li Îmraliyê didome.
 
Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî re 25 sal derbas bûn. Bi pêşengiya Dewletên Yekûyî yên Amerîkayê (DYA), ku serkêşiya komployê NATO’yê kir û ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn wek xeleka ewil derbasî qeydan bû. Pêvajoya komployê çawa dest pê kir û çawa bi encam bû.
 
Ji Sûriyeyê derketin
 
Abdullah Ocalan ku li Sûriyeyê bû di 1997’an de ji aliyê 175 parlamneterên Yewnan ve vexwendî Yewnanîtsanê hat kirin. Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an çû Yewnanîstanê û serlêdana îltîcayê kir. Lê serlêdana Ocalan ji aliyê duyemîn serokê parlamentoyê ve nehat qebûlkirin. Ocalan li ser vexwendina Duma çû Moskovayê.  Duma xwest ocalan li Rûsyayê bimîne lê bi 298 dengî hat redkirin. Ji ber vê Ocalan ji Rûsyayê veqetiya.
 
Çûyîna Îtalyayê
 
Abdullah Ocalan di encama zextên hêzên navneteweyî de di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û çû Yewnanîstanê. Lê Yewnanîstanê ev qebûl nekir. Abdullah Ocalan li ser vê bi vexwendiya Duma ya baskê ku parlamanetoya Rûs bû di 10’ê cotmehê de çû Moskovê. Lîderê PKK’ê ji aliyê cigirê serokê berê yê meclîsa Duma  Vladîmîr Jîrînovskî ve hat pêşwazîkirin. Tevî ku serlêdana îltîca siyasî kir jî maf nedanê. 
 
Abdullah Ocalan di 12’ê Mijdarê de berê xwe da Îtalyayê.
 
8 rojan têkiliya wî bi cîhanê re hat qûtkirin
 
Abdullah Ocalan di encama zextan de li wir jî nema 66 roj şûnde  bi balafireke ku ji aliyê serokatiya îtalyayê ve hatiye tahsîskirin di 16’ê Çileya 1999’an de şandin Rûsyayê. Abdullah Ocalan di 20’ê Çile de bi balafireke kargoyê revandin paytext Bîşkek a Kirgizîstanê. 8 rojan li gundekî hat sekinandin  û 29'ê Çile de birin Atînayê. Li wir Îstîxbarat Haralambos Stavrakakîs û Savvas Kalenderîdîs Ocalan tehdîd kirin.
 
Ji balafirê peya nebû
 
Li gorî biryara hat girtin Abdullah Ocalan  wê ewil bibirana  Mînske û ji wir jî bibirana Hollandayê. Lê li balafirgeha Mînsk 7 saetan hat rawestandin û balafira wê bibirana Hollandayê nehat. Hewldan ji balafira Yewnan derxin lê Abdullah Ocalan red kir û heman şevê saet li dora 04.00’an birin Atînayê. Abdullah Ocalan bi lez û bez birin Grava Korfu ya baragehên leşkerî yên Amerîka û Îngîlîz lêbûn. Daxwazên Ocalan yên ku wî bibin herêmê û an jî Sirbîstanê hatin redkirin.
 
Revandina Kenyayê
 
Şeva 1’ê Sibatê Savvas Kalenderîdîs çû cem Ocalan û peyama hemû welatan bi gotina ‘Em bi ser ketin, ez bi Pangalos re axivîm ji we leborînê dixwaze’ ragîhand.  Behsa Kenyayê nakin û bi balafirê ji Swîsreyê revandibûn kenyayê.
 
Balafir çû Naîrobî
 
Balafira veşarî ya ji aliyê NATO û CIA ve hatibû amadekirin di 2’ê Sibata 1999’an de daket balafirgeha Naîrobî û sefîrê Kenyayê George Kostoulas Ocalan pêşwazî kir. 
 
Piştî vê ji bo Ocalan teslîmê Tirkiyeyê bê kirin amadekarî hatin kirin. Di çarçoveya plana îmha û revandinê de;  musteşarê wezîrê karê derve yê Yewnanîstanê Theodoros Pangalos, Vasîlîs Papaîoannou di 13’ê Sibatê de ji bo Abdullah Ocalan bi zor ji seferatxaneyê bê derxistin li Sefîrê Mezin Geogre Kostoulas geriya û talîmat da. Ev plan bi hewldana Ocalan vala derket. Lê Atînayê vê carê operasyonek taybet ya ji 4 kesî pêk dihat amade kir û şand seferatxaneyê. 
 
Şeva 15’ê Sibatê
 
Şeva 14’ê Sibatê bi 15’ê Sibatê ve girê dida hêmayên rast yên li ser balafira ku wê Abdullah Ocalan bibira hat paqijkirin û li şûnê ala Malezyayê yeke din pêve hat danîn. Di 15’ê Sibatê de Sefîrê Yewnan George Kostoulas hat avahiya sefaretxaneyê û çû cem Sekreterê Daîmî yê wezareta karê derve Kathourîma. Şefê îstîxbara Kenyayê Noan Arap Ta bi George Kostoulas re hevdîtinek veşarî kir û piştre bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan got bêyî ewlehiya hikûmetê wê ji vir derkeve.  Noan dibêje tu ji vir dernekevî wê ji bo we nebaş be, em li welatê xwe naxwazin xwîn birêje.  Sefîr George Kostoulas û îstîxbarata Savvas Kalenderîdîs ketin dewrê. Savvas li ser navê hikûmeta Yewnan soza garantiyê da û ji ber vê Abdullah Ocalan ji sefaretxaneyê derket.
 
Anîn Tirkiyeyê
 
Polîsên Kenyayê Abdullah Ocalan bi zor li wesayîtê kirin.  Ocalan ji mala sefîr hat revandn û  birin Tirkiyeyê.  Serokwezîrê demê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevît di 16’ê Sibatê de ji rayagiştî re ragîhand. Pêvajoya komployê li Îmraliyê jî berdeam kir. Lê Abdullah Ocalan bi sekn û paradîgma daniye holê pêvajoya komployê vala derxist. Fikrên wî li hemû cîhanê belav bûn. Ji ber vê tecrîdek giran li ser tê meşandin û 18 mehin tu agahî jê nae girtin. Ne parêzer ne malbat nikarin hevdîtinê bikin.
 
Îxaneta herî mezin
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komplo wek ‘îxaneta herî mezin’ bi nav kir û got ji bo komplo vala bê derxistin ya herî rast jiyane. Bi komployê tasfiyeya Abdullah Ocalan û PKK’ê hatibû armanckirin. Komplo di pêvajoya ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtibû jî berdewam kir.  Lê Abdullah Ocalan bi paradigmaya ku derxist holê pêvajoya komployê vala derxist.  Paradîgma  Abdullah Ocalan li cîhanê belav bû û têkoşîn gihişst astek nû. Tecrîda giran a li Îmraliyê didome. Ev 30 mehe tû agahî jê nayê girtin.
 
Serlêdan bê encam dimînin
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbhrahîm Bîlmez û Emran Emekçî, her hefte du caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Her wiha serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî dan. CPT ya çû serdana Îmraliyê der barê hevdîtinê de tû agahî neda. Delegasyona Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ya ji 7 welatan ji 36 kesî pêk dihat, Foruma Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê pêk anî.
 
Wê li Amed û Stenbolê bên gel hev
 
Îsal partiyên siyasî, rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl di salvegera komploya 9’ê cotmehê de wê li Amed û Stenbolê bên gel hev.  Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP, TJA, ANYAKAYDER,OHD, DAD, MKM, GOÇÎZDER  û Enstîtuya Kurdî wê 8’ê cotmehê li Kadikoy a Stenbolê û 9’ê cotmehê de li Amedê bi şîara ‘em dimeşin azadiyê’ wê komployê protesto bikin.