'Bi têkoşîna jinê em ê tecrîdê bidawî bikin'

  • 09:02 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB  - Li dijî Komploya 9`ê Cotmehê sazî û dezgehên jin çalakiya konvedanê li dar xistin û komploya 9`ê cotmehê şermezar kirin. Jinan got, "Dewleta Tirk bi êrîşan diwaze em ji ramanên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan dûr bikevin.  Lê em ê  bi têkoşîna xwe dagirkerîyê têk bibin û azadiya rêberê xwe misoger bikin."
 
Kongra Star, Navenda Kevana Zêrîn, Yekîtiya Jinên Ciwan û Navenda Lêkolînên Jineolojî bi çalekiya konvedanê Komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin. Ji jinên ku çalakiya konvedanê li dar xistin, Endama Kordenesyona Kongreya Star Nêrgiz bekir, Rêvebera Navenda Kevana Zêrîn Tizyal çawîş û Rêvebera Meclîsa Pakrewan Şîlan Kobanê Role Mihemed derbarê çakiyê û Komploya 9'ê Cotmehê de nirxandin kirin. 
 
'Çalakiyên me dê bidomin'
 
Endama Kordenesyona Kongra Star Nêrgiz Bekir girîngiya çalekiya xwe anî ziman û got:"Me çalekiya xwe ji bo du rojan li dijî Komploya 9`ê Cotmehê li dar xist, ku têde Kongra Star,Navenda Kevana Zêrîn, Yekîtiya Jinên Ciwan û Navenda lêkolînên Jineolojî qomîteyên amedekar cih girtin.  Di nav çalakiya me de çalakiyên biçûk jî hatin lidarxisitn û çalakiyên me heta ku komplo bi dawî bibe dê bên lidarxistin."  
 
'Em jiyana xwe li gorî ramanên Rêbertî didomînin' 
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Nêrgizê bal kişand ser ser komployê  û got:"Ev bû 25 sal ku komplo li ser rêberê me  pêk hatiy.  Rêberê me jî di hundir zindana Îmralîyê de li ber xwe dide.  Ji bo ku gelê bindest negihêjin azadiya xwe, dewletên navneteweyî bi dayîna zor û zexta li ser Sûriyeyê ew neçar kirin ku Rêbertî ji Sûriyeyê derxîne. Herwiha xwestin bi riya derketina rêbertî ji Sûriyayê me weke gelê Kurd tune bikin û dûrî ramanê rêbertî bixin lê belê em jiyana xwe li gorî fikir û ramanên Rêbertî dewam dikin û xebatêên xwe ji her alî ve didomînin. Em dixwazin ku pirojeya netewa demokartîk a ku Rêbertî  pişinyar kirî belavî tevahî cîhanê bikin. "
 
'Bi çalekiyên me wê azadiya rêbertî misoger bibe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Nêrgizê da zanîn ku çalekiya wan ji bo azadkirina rêbertî berdewam e û got:"Rojane em çalakiyên xwe berdewam dikin her wiha em hêza xwe ji şervanên azadiya kurdistan digrin yên ku bi çalekiyên xwe yên fedayî di hundir paytexta Tirkyayê de bersiva dijminan dan û îsbat kirin ku em hene. Di heman demê de em weke gelê Kurd jî çalekiyên me wê li ser bingeha ramanê Rêbertî dewam bikin. Lê belê her çiqas dewleta Tirk êrîşên xwe li ser me bide berdewamkirin jî ewqas em ê li berxwe bidin.  Ji ber ku me xwe li ser ramanên rêbertî bi pêşxist."
 
'Komplo ji bo me roja reş e'
 
Rêvebera Navenda Kevana Zêrîn Tizyal Çewîş jî wiha û got:"Çalkiya me du rojan dewam kir.  Ji bo me ne tenê 15`ê Sibatê û ji bo me destpêka komploya naventeweyî di 9`ê cotmehê de roja reş e. Ji roja ku Rêbertî ji nav me ji Sûriyeyê derket, em jî vê komployê şermezar dikin û bi berdewamiya tekoşîna me wê azadiya rêberê me misoger bibe di heman demê de em azadiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibînin." 
 
'Bi tekoşîna me pilanên dewletan têk diçin'
 
Her wiha rêvebera Meclîsa Pakrewan Şîlan Kobanê jî ji ajansa me re da zanîn ku ger ne bi tekoşîna jinê be wê azadiya rêbertî misoger nebe û got:"Rêberê me di 9`ê Cotmehê de ji Sûriya yê derket her wiha rojane jî tecrîda li ser wî girantir dikin ku armanc dikin gel û rêbertî ji hevdû qut bikin lê wê aramana wan pêk neyê û bi tekoşîna me pilanên wan têk diçin ji ber ku gel rojane helwesta xwe li berhemberî dagirkerîiyê nîan dide."