Komploya 9’ê Cotmehê li Elegezê hat protestokirin

  • 21:57 8 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li herêma Elegezê dijîn komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.
 
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li herêma Elegezê ya Ermenîstanê bi daxuyeniyekê hat protestokirin.
 
Endamê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan, Endamê Meclîsa gel Yurîk Davoyan û Dayê Çîlê axivin. Silo Dirboyan diyar kir ku komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Abdullah Ocalan û êrîşên Tirkiyeyê yên niha li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re girêdayî ne û got: “Divê her kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku temînata azadiyê ye erka xwe pêk bîne. Em li hemberî êrîşên hovane ên dewleta Tirk û tecrîda girankirî bêdeng nemînin.”
 
Dayê Çîlê jî axivî û diyar kir ku Abdullah Ocalan 25 sal in li dijî tecrîda Îmraliyê li ber xwe dide û got ku ew ê bi şopandina rêya wî de ne.
 
Davoyan jî destnîşan kir ku komploya navneteweyî 25 sal in bi awayên cuda li ser gelê Kurd tê meşandin û dewleta Tirk û hêzên din ên di komployê de cih girtine şermezar kir. Davoyan got ku gelê Kurd û gerîla bi rêxistinbûn, berxwedan û hesasiyetê komplo pûç kirin.