Ji 151 saziyan banga ‘êrişan rawestînin’

  • 20:23 8 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 151 rêxistin û komeleyên mafê mirovan û hiqûqî bi daxuyaniyekê êrişên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û xwestin tavilê êriş werin rawestandin.
 
Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, endamên sazî, yekitî û tevgerên sivîl ên li kantona Efrîn û Şehbayê li qada sereke ya kampa Serdemê kom bûn û daxuyaniyek da ku 151 rêxistinên hiqûqî û mirovî îmze kirine. Berdevkê Rêxistinê Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên Rûsya û hikumeta Şamê yên li ser gundewarên Heleb û Idlibê, her wiha êrişa li dijî fakuleya leşkerî ya li Himsê,  hedefkirina navendên xizmetguzariyê bi tundî hatin şermezarkirin. Hate gotin, ev êriş li dijî rêgezên bingehîn ên qanûnên mirovî yên navneteweyî ye û dighêjin asta sûcên şer.
 
Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlekariya hate kirin ku dawî li êrişan bînin û sivîlan biparêzin. Di berdeawma daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku ev êriş dê aloziya mirovî zêdetir bike û bandorek mezin li niştecihên herêmê bike.
 
Di daxuyaniyê de bang li van saziyan hatin kirin: “Em bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo parastina sivîlên li tevahî Sûriyeyê tevilê tedbîrên pêwîst bigirin, ji bo agirbestê xebatên xwe zêde bikin. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin û qada hewayî li ber dron û balafirên şer bigirin ku binsaziya herêmê û qadên sivîlan dikin hedef û têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ’ê lawaz dike.′′
 
Di daxuyaniyê de bang li ajansên navneteweyî û rêxistinên mirovî, komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya NY′yê kirin ku li dijî êrîşan bikevin tevgerê.