Ji Arsîsayê kursên nû

  • 09:05 8 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
WAN - Rêvebira Arsîsa yê Nazê Avras, anî ziman ku li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê berdewam dike û got: "Li dijî bişaftinê kursên nû dane destpêkirine. Ez bang li her kesî dikim ku tevlî kursan bibin û di jiyana rojane de kurdî biaxifin."
 
Komeleya Lêkolînê ya Ziman Çand û Hûnerê (Arsîsa) ya Wanê, bi salan e perwerdehiya ziman û çanda kurdî dide, xebatên xwe didomîne. Komeleya ku li aliyekê qeydan digire li aliyekê dinê ve jî dest bi qûrsên xwe yên nû kir. Di heman demê de di rojên derbas bûyî de piştî perwerdehiya zimanê kurdî ya 3 mehan 16 xwendekarên din ên zarok jî mezin bûn. Komeleya ku qeyd û qûrsên xwe nade sekinandin, li dijî bişaftinê têkoşîna zimanê kurdî dide. Li dijî hestiyarî û xwedîderkatina li zimanê kurdî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî li komeleyê dest bi perwerdehiya zimanê kurdî kir.
 
Rêvebira Arsîsayê ya Wanê Nazê Avras, têkildarî qûrsên nû xebatan de axivî.
 
‘Bişaftinek mezin li ser ziman heye’
 
Nazê, anî ziman ku zimanê kurdî zimanek gelek dewlemend e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Her netew bi zimanê xwe tê nasîn. Li ser eniya tu kesekê nijad û cinsî nanivîse. Lê dema mirov diaxive mirov xwe dide nasîn. Lê belê di aliyê xwedîderketina li ziman, çand û welat de wek kurd em lewaz disekinin. Girîngiya ku em didin zimanê biyanî ger ku me bida zimanê xwe dê hewcedarî bi perwerdehiyê nedikir. Divê em li malê, kolanan, sazî û dibistanan de bi zimanê xwe biaxivin. Ev demeke dirêje ku zimanê kurdî ber bi tunebûn û helandinê ve diçe. Ev yek ji bo me kêmasiyek e. Em nêzî 70-80 mîlyon kesin lê di tu saziyekê de bi awayek fermî em nikarin zimanê xwe biaxivin. Divê em zimanê kurdî bikin qada jiyanê û bibe zimanê fermî. Divê di saziyên dewletê de jî bi zimanê kurdî bê axaftin. Wek kurd me vê komarê ava kir û deriyê Anadoluyê ji zimanê tirkî re vekir. Lê îro ziman û çanda me ji holê tê rakirin. Hemû kirin bin siya xwe ya tirkî. Em li hemberê tu zimanan nînin. Mafê hemû zimanan heye ku bê axaftin. Mafê zimanê kurdî jî heye ku em li her derê biaxivin. Em îro ji bo zimanê xwe têkoşînek mezin didin. Me ji bo zimanê xwe bedel dane. Bi hezaran Gelê Kurd ji ber guhdarî kirina kasetên bi kurdî hatine şehîtkirin li ser vê xakê. Ji bo vê em rûmeta zimanê xwe bizanibin. Em zimanê xwe roj bi roj ser bixin.”
 
‘Divê zimanê kurdî li her derê bê axaftin' 
 
Nazê, destnîşan kir ku li dijî bişaftinê Arsîsa li Wanê xebatên xwe didomîne û ev yek gelek kêfa wê tîne û wiha domand: “Divê hemû sazî, dezgeh û partiyên me bi  zimanê kurdî biaxivin. Ji bo vê jî em li komeleyê qûrsên xwe beş bi beş didin. Em perwerdehiyê hem didin hem zarok û hem jî kesên temen mezin. Ev yek jî ji bo me kêfxweşiyeke. Bi taybetî di demên dawiyê de zêdetir hişyariyek ji bo zimanê kurdî heye û saziyên me dest bi perwerdehiya zimanê kurdî kirine. Di heman demê de DBP’ê jî li vê derê dest bi perwerdehiyê kir. Ev yek jî me gele kêfxweş dike."
 
‘Di her komekê de nêzî 20-25 kes hene’
 
Nazê, daxuyakirin ku kursên wan ên komeleyê dest pê kirine û li aliyekê jî qeydên wan didomin. Nazê wiha behsa kursan kir: “Di asta destpêkê de polek, asta yekem de sê pol, asta dûyem de du pol hene. Asta sêyemîn jî vê gavê qediyaye. Di heman demê de polek me ya asta mamostetiyê heye. Kesên ku asta mamostetiyê perwerdehiyê digirin li ser her beşê perwerde tê dayîn. Di asta mamostetiyê de waneyên wek asta heqîqetê, xweparastin û jineolojî tên dayîn. Her wiha hefteya pêşiya me dê asta ji bo zarokan bê vekirin. Di heman demê de di rojên derbasbûyî de 16 zarokên me yên xwendekar jî mezûn bûn. Di her polekê de nêzî 20-25 kes hene. Di asta destpêkê de kesên ku qet kurdî zimanin perwerdehiyê digirin. Bi taybetî banga min li partiyên siyasî û saziyan ew e ku em xwe fêrê kurdî bikin û bi kurdî biaxivin. Em bi zimanê xwe di her qada jiyanê de biaxivin. Bi vê awayî em di navbera xwe, dayîk û gelên xwe de têkiliyek zimanî daynin. Em li vê derê benda hemû kesî ne ku bên hînê zimanê xwe bibin.”
 
'Perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin' 
 
Nazê, diyar kir ku bi salan e ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û li dibistanan perwerdehiya zimanê zikmakî bê dayîn têkoşînek mezin tê dayîn û 0wiha axivî: “Roj bi roj li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê tên meşandin. Dixwazin zimanê kurdî bê tunekirin. Em carekedin banga xwe dûbare dikin; divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî. Ne wek zimanekî biyanî bê dîtin. Maf û daxwaza her kesekê ku bi zimanê xwe biaxivin. Gelê Kurd jî dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bigire. Qedexeya li ser zimanê kurd qedexeya xwezaya kurd dide fêm kirin. Em dixwazin ev qedexeya li ser zimanê me bê rakirin û zimanê me jî demildest bibe zimanekî fermî. Em nikarin navên kurdî li parkên xwe bikin. Şaredariyên me navên kurdî li park û kolanan danîn. Lê dema AKP’ê qeyûm tayînkirin ew navê kurdî ji holê rakirin û navên li gor xwe danîn. Divê Gelê Kurd li dijî vê yekê derbikeve."
 
Banga xwedîderketina li ziman
 
Nazê, bang li hemû kesî kir ku li dijî zimanê kurdî zêdetir hêstiyar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di malên xwe de bi zarokên xwe bi zimanê tirkî neaxivin. Em ew qas zêde girîngiyê nîşanê zimanê biyanî nedin. Em bi zarokên xwe re kurdî biaxivin da ku zarokên me jî têkiliyên xwe kurdî daynin. Em îro hatine wê astê ku zarokê me kurdî nizanin. Banga min ji dayîkên me ew e ku bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Em zimanê xwe li her kesî bidin qebûlkirin.”