Li bajarên Ewropayê komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

  • 20:47 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
 
Kurdistanî û dostên wan li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li 12 navendên Almanyayê meş lidarxistin. Gelên ku li welatên din ên Ewropa û Awûstûryayê jî daketin qadan, bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ber Tirkiyeyê yên di rojên dawî de zêde bûne dan û xwestin tavile bikevin nava liv û tevgerê.