Ji QSD’ê der barê bîlançoya roja duyemîn daxuyanî

  • 18:39 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - QSD’ê bîlançoya roja duyemîn a êrişên Tirkiyeyê yên dijî herêmê eşkere kir. Li gorî wê, 7 îstasyonên petrolê, 2 îstasyonên kehrebeyê, îstasyoneke avê û 2 nexweşxane hatine bombebarankirin.
 
Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê bîlançoya roja duyemîn a êrişên Tirkiyeyê yên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.  Li gorî daxuyaniya di ANHA’yê de cih girtiye 7 îstasyonên petrolê, 2 îstasyonên kehrebeyê, îstasyoneke avê û 2 nexweşxane hatine bombebarankirin.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin 7 êrîşên balafirê, 14 êrîşên SÎHA’yê, 74 êrîşên çekên giran, êrîşek çeka doçka, suîkastek, 4 Noqteyên hêzên Şamê yên hatine hedefgirtin,2 Nexweşxaneyên hatine hedefgirtin, îstasyonek avê hedef hatiye girtin, 7 îstasyonên petrole hedef hatine girtin, 2 îstasyonên hilberandin û belavkirina kehrebeyê hedef hatine girtin.