Li Sêrtê êrişên li ser Rojava hat protestokirin

  • 16:17 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
SÊRT - Li dijî êrişên li hemberî Rojava û binçavkirinên çend rojên dawî pêk hatî, li Sêrtê ji hêla Partiya Çep a Kesk ve hat şermezarkirin.
 
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Sêrtê bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî rojavayê Kurdistanê û binçavkirinên li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê yên çend rojên dawî daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Sêrtê hat dayîn. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çep a Kesk beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Sêrtê Eşref Tekîn daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi binçavkirina siyasetmedaran, rojnamevanan û rêveberên rêxistinên sivîl û welatiyan demokrasî hatİye armancgirtin. Ew hemû êrişên faşîzane red dikin. Ew nikarin bi binçavkirin û girtinan serê bitewînin. Heta êrişên wan faşîzane bên sekinandin em ê têkoşîn û sekna xwe nîşan bidin. Em kesek jî bimînin heta serkeftinê em ê vê faşîzmê red bikin.” 
 
Parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş jî destnîşan kir ku tê xwestin ku têkoşîna mafdar û rewa ya gelê kurd bê tepisandin û wiha axivî: “Berê jî gelek caran vê pratika xwe dan nîşandan. Lê tu demê negihîştin armanca xwe. Wê dîsa jî negihîjin mexseda xwe. Desthilatdariya ku binçavkirin û girtinan pêk tîne, niha jî êrişî jîgehên sivîlan ên rojavayê Kurdistanê dike. Bi daxuyaniya Hakan Fîdan sûcê şer tê kirin. Mirovên sivîl dikin armanca êrişan û wan qetil dikin. Heta ku em kesek jî bimînin em ê bi paş ve gav neavêjin. Em bang li muxalefetê dikin; yên ku li dijî van neheqî û êrişan dengê xwe dernexe wê hesabên dîrokî bide. Muxalef bi xemsariyê dibe şirîkê sûcên ku tên kirin.”