Li dijî komployê li Moskovayê konferansek tê lidarxistin

  • 16:05 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Moskovayê wê li ser Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan konferansek bê lidarxistin.
 
Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li paytext Moskovayê konferansekê li dar dixe.
 
Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Kurdistan Lezgiyeva têkildarî konferansê ji ANF’ê re axivî û got: “Demek dirêje em amadekariyên vê konferansê dikin. Bi boneya Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê 7’ê Cotmehê konferansa jinan li dar bixin.  Konferans wê li Moskowayê pêk were. Wê konferansa li Mala Gel a Rûsyayê bi beşdariya Kurd, Rûs û jinên ji gelek neteweyên cuda pêk were.”
 
Kurdistan anî ziman ku meha Cotmehê meha têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ye û wiha got: “ Jinên Kurd ên Rûsyayê ji bo şermezarkirina komployê vê konferansê li dar dixin. Ji bo ku em xwe bigihînin hemû jinên kêmnetew me xebat meşand. Di vê çarçoveyê de jinên Rûs, Yahûdî, Moldavî, Yunan, Kazak, Kirgiz, Ermenî, Azerî, Ereb, Îranî, Afgan û jinên li Komara Komî ya li başûrê Rûsyayê dijîn serî li beşdarî konferansê bibin.
 
Yek ji rojeva sereke ya konferansê jî danasîna xebatên Jineolojiyê ye û di vê çarçoveyê de wê hevaleke jin a ji Akademiya Jineolojiyê ya Rojava tevlê bibe. Tê payîn ku endama jin a TJK-A jî bi rêya Skype tevlê bibe. Armanca sereke ya konferansê dê şert û mercên xebata jinan a li Federasyona Rûsyayê û perspektîfên lidarxistina çalakiyan bê nîqaşkirin. Di dawiyê de jî wê deklerasyoneke hevpar bê amadekirin."