Li dijî komployê li Helebê kon hat vedan

  • 14:10 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Eşrefiyê ya Helebê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê hate lidarxistin û dê 2 rojan dewam bike.
 
Bi boneya salvegera 26'an a destpêkirina komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye û di 15'ê Sibata 1999'an de dîl hate girtin, Tevgera Hîlala Zêrîn, Kongra Star, Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Yekitiya Jinên Ciwan, çalakiya konvedanê li taxa Eşrefiyê ya Helebê li dar xist.
 
Kon li Parka Efrîn a taxê hate vedan, di roja yekemîn de şandeyên ji Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, meclis û komînên her du taxan, partiya siyasî, HPC'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dayikên bi  Abdullah Ocalan re civînê beşdar bûn.
 
Wêneyên Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanan di bin kon de hatin daliqandin, her wiha cihek ji pirtûkên Abdullah Ocalan re û alavên mîrasa herêmê hate veqetandin.
 
Çalakî bi axaftina Kongra Star dest pê kir û dê piştre Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biaxive û dûre endama Kongra Star Fatme Hesen çîrokên li ser jiyana Abdullah Ocalan vebêje û sînevîzyonek li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan were pêşandan.
 
Çaverê ye ku çalakî 2 rojan heta saet 18:00'an dewam bike. Çalakî dê bi meşekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi dawî bibe.
 
Dê kon 48 saetan vekirî be û dê endam, tevger û rêxistinên jinan bi cilên xwe yên folklorî nobetdariyê bigirin.