Dîsa Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê qedexe kirin

  • 13:59 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê bi israr ligel êriş û astengiya polîsan ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Meşa ku bi êrişa polîsan hat astengkirin 20 kes hatin binçavkirin. 
 
Dayikên Şemiyê tevî hemû astengî û binçavkirinan jî dest ji têkoşîna xwe ya li Qada Galatasarayê bernadin. Dayikên Şemiyê di hefteya 967’emîn de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe windayî bipirsin û faîl bên darizandin, xwestin biçin li Qada Galatasarayê bicivin. Lê polîsan tevî biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dîsa Dayikên Şemiyê dorpêç û asteng kirin. 
 
Polîsan di hefteya 27’emîn de biryara “qedexeyê” ya Qeyemqamiya Beyoglûyê nîşandan û destûrê nedan çalakiyê. 
 
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku li ser Cadeya Îstîklalê ber bi Qada Galastarayê ve dimeşiyan ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û binçavkirin. 
 
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yollerî û gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê. 
 
Bi sedan polîsan her çiqas xwestin li ser Cadeya Îstîklalê meşa Dayikên Şemiyê asteng bikin jî lê bariyeran derbas kirin û meşiyan. Dîsa polîsan rê li ber çalakgeran girt û destê wan ji pişt ve kelemçe kirin û kirin binçavan. 
 
 Tevî hemû astengiyan jî Gulseren Yolerî û parlamentera HDP’ê ya berê Oya Ersoy meşiyan heta qadê û bi qerenfîlên destê xwe nîşanî polîsan dan û helwesta polîsan protesto kirin. Gulseren Yolerî û Oya Ersoy biryara AYM’ê bi bîra polîsan xistin û destnîşan kirin ku dorpêç û binçavkirin neheqî ye û ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin. 
 
Di encama êrişa polîsan de Gulseren Yolerî jî di nav de nêzî 20 kesan hatin kelemçekirin û binçavkirin.