‘Di pêvajoya pêş de li ser tecrîdê wê hûrbûn destpê bikin’

  • 09:18 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari der barê amadekraiyên kongreyê de axivî û got ev kongre dê kongreya herî bi heyebet a 30 salî be. Tulayê got piştî kongreyê wê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xeta têkoşînê bihûnin.
 
Partiya Çep a kesk di 15’ê cotmehê de li Salona Sporê ya Ataturk a Enqereyê wê kongreya xwe pêk bîne. Partiya ku xebatên xwe li navend û herêman dimeşîne, bi îdiya ku wê ev bibe kongreya herî bi heybet a 30 salî diçe kongreye. Piştî kongreyê wê bi rihekî nû teşeyê bidin nexşerêya xwe. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari der barê kongreyê de axivî.
 
‘Bi heybetek mezin wê kongre pêk bê’
 
Tulayê da zanîn ku wê 15’ê cotmehê de li Salona Sporê ya Ataturk a Enqereyê kongreya xwe pêk bînin û got: “Em ê bi coşa ku ji encamên derketine kongreya xwe pêk bînin. Em li benda tevibûna bi hezaran kesî ne. Xebatên me di vî alî de ne. Xebatên me li herêman didomin. Vexwendiyên me ji bo gel û hilbijêran dest pê kirin. Amadekariyên teknîk didomin. Komîsyon xebatan didomînin. Partiya me vê demê de wê biçe guherîna nav. Der barê vê de xebatên me hene. Hêviya me kongreyek bi heybet e. Em ji bo vê li her çar alî Tirkiyeyê di seferberiyê de ne.” 
 
‘Ji bo rakirina tecrîdê xeta têkoşînê’
 
Tulayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku her kes ji pêvajoya siyasî ya Tirkiye têde derbas dibe agahdar e û bi pêşengiya deshtilatdariyê rejîma faşist û otorîter tê avakirin. Tulayê wiha daxuyand: “Me biryara ji nûve sazbûnê girt. Di encama civînên me kirin de ev biryar derket holê. Ji ber vê jî ji bo dema pêş ev kongre girînge. Li her çar parçeyan di pirsgisrêka Kurd de neçareserî û xitimîn heye. Bi salane bi birêz Ocalan re hevdîtin nayên kirin TecrÎdek giran heye.   Ji ber vê jî di civînan de yek ji rojeva herî girîng a derket holê tecrîd bû. Ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê ev kongre girînge. Lingê duyemîn Yên sazbûna nû jî têkoşîna li dijî krîza aboriye. Krîza aborî li welat pirsgirêkek mezine. Êdî gel bêzar bûye. bindestî û pelçiqandin ji kûrahî tê hîskirin. Dema pêş de li dijî vê em ê xeta têkoşînê bihûnin.”
 
Pirsgirêka jin, ekolojî û Kurd mijarên esasin
 
Tulayê her wiha destnîşan kir ku di pêvajoya nû de wê pirsgirêkên Kurd, jin û ekolojiyê ku rojevên sereke ne bigirin rojeva xwe û got: “Em ê dema pêş de li ser van mijarên min rêz kirin bisekinin. Em ê zêdetir li ser hûr bidin. Hedefa me eve ku bi sazbûneke nû re kongreya herî bi heybet a demên dawî pêk bînin. Kongre ne rewşeke rojekê ye. Ji zûdeye xebat tên meşandin. Ji bo em îdiaya xw epêk bînin hewcedarî bi yekbûyînek hevpar heye.”