Bêdengiya li dijî binpêkirinên li girtîgehan divê bê şikandin

  • 09:12 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Melîke Aydİn
 
ÎZMÎR - Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş der barê binpêkirina mafan ên li girtîgehê û rewşa girtiyên nexweş de axivî û da zanîn ku li dijî vê bêdengiyek mezin heye û got divê ev hawira tirsê û bêdengî bê şikandin.
 
Girtiyê bi navê Yilmaz Ozal yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar Yek a Şakran a Îzmîrê dima, di 5’ê tebaxê de krîza dil derbas kir. Yilmaz ku rakirin nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Çîglî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Yilmaz di 1’ê Çileyê 2022’an de ji sûcê heqeret ki serokomar kiriye hat girtin û salek û 7 meh ceza lê hat birîn. Yilmaz meha Nîsanê de jî krîz derbas kiribû û 2 roj şûnde şandibûn girtîgehê. Bi hinceta ji tahliyeya wî re demek kurt maye dermankirina wî hat redkirin û di 5’ê tebaxê de ji ber rewaşa wî giran bû rakirin nexwşxanê û li 58 rojan di beşa giran de ma û piştre jiyana xwe ji dest da.
 
Ji bo Yilmaz û malbata wî ÎHD’a Îzmîrê têkoşîna hiqûqî didomîne. Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş der barê binpêkirina mafan ên li girtîgehê û rewşa girtiyên nexweş de axivî û got Yilmaz ji ber şertên girtîghê nehatiye dermankirin û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye. Zîlanê bi lêv kir ku girtîgeh tenê raporên ATK’ê esas digirin û got div ir de bêdengiya civakê ya li dijî binpêkirina mafan heye.
 
Zîlanê da zanîn ku Yilmaz dema tê girtin tu pirsgirêkên wî tûnene û wiha vegot: “Li girtîgehê ji ber şertên giran nexweş dikeve. Dema ewil radikin nexweşxanê malbat dixwaze bibîne lê divê ji  dozgerî û rêveberiya girtîgehê desturê bigire. Cara ewil bi kelepçe li odeya nexwşexanê tê giritn. Hişê wî ne li serê wî ye.  lê dîsa jî bi kelepe tê girtin. Me der barê vê de serlêdan kir. Lê gotin ji bo taloqkirina ceza divê ATK raporê bide. Yekane merci ATK ye.”
 
Zîlanê axaftina xwe wiha domand: “Malbat ji bo hevdîtinê serlêdanê dike. Di rewşa normal de malbat divê hefteyê rojekê girtiyên nexweş yên beşa giran de bibîne. Lê tevî înfaz hat taloqkirin jî emneçar man ji dozgeriyê destur bigirin.”
 
‘Divê tenê raporên ATK’ê li ber çavan negirin’
 
Zîlanê destnîşan kir ku hemû welat di bin tecrîdê ye û girtî ji hemû mafên xwe bêparin û wiha got: “Tevî ku girtiyên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, ATK raporên dikare girtî bimîne dide. Rewşa girtiyên nexweş bi tedbîrên hêsan dikarin bên başkirin. Lê bi polîtîkayên ku dewlet dişopîne ev ne pêkane. Tenê raporên ATK esas tên girtin. Raporên nexweşxaneyên din esas nayê girtin.”
 
Divê bêdengî bê şikandin
 
Zîlanê wiha dawî lê anî: “Ji ber mafê mirovan tê binpêkirin girtî nayên dermankirin. Li ber çavan girtî terkî mirinê tên kirin. Li seranserê welat mafê mirovan tê binpêkirin. Lê divê ev bêdengî bê şikandin. Divê em li dijî vê êşê bêdeng nemînin. Divê em bi hev re têbikoşin.”